Komkujiyên Şengal û Zergelê li Rûsya hatin şermezarkirin
Komkujiyên Şengal û Zergelê li Federasyona Rûsyayê bi çalakiyan hat şermezarkirin.
Komkujiyên Şengal û Zergelê li Federasyona Rûsyayê bi çalakiyan hat şermezarkirin.
Salvegera Komkujiya Şengalê li paytexta Rûsya Moskowa û Komara Xweser a Adîgey bi civînan hat şermezarkirin. Komkujiya Zergelê ya ji aliyê balafirên şer ên artêşa Tirk ve pêk hat jî hat lanetkirin.
Civîna li Mala Çandê ya Kurd a Moskowayê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştî sînevîzyona têkildarî drama li Şengalê rû da û şert û mercên Êzîdî di nav de, peyama bi vîdeo ya endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zekî Şengalî hat temaşekirin.
'DIVÊ EM XWEDÎ LI ŞENGALÊ DERKEVIN'
Seroka Organîzasyona Mezopotamya Refîke Kamil a di civînê de axivî got: "Jenosîta çeteyên DAIŞ’ê li Şengalê pêk anîn îro bi awayên cuda didome. Em bi aliyekî ku dixwaze Êzidiyan ji Şengalê dûr bixe û bişîna welatên cuda re rû bi rû ne. Li hember vê jenosîta spî ya hin kesên li Başûrê Kurdistanê pêşengiya wê dikin divê gelê me xaka xwe terk neke. Xwedî li Şengalê derkeve.”
Kamil di dewama axaftina xwe bal kişand ser komkujiya Zergelê ya ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve û got, teşhîrkirina kiryarên dewleta Tirk divê wezîfeya her Kurdekî be.
'DIVÊ SEROKWEZÎR Û SEROKKOMAR BÊN DARIZANDIN'
Endama Koordînasyona KJK’ê Çinar Tolhildan jî wiha axivî: "Bi awayekî aşkera ji aliyê her kesî ve tê zanîn ku PDK û hin hêzên din ji bo Şengal paşde neyê stendin hewldaneke taybet dimeşînin. Tevî ku salek li ser êrîşên DAIŞ’ê re derbas bûn jî ji bo azadiya Şengalê hêzên navneteweyî hê jî bêdengiya xwe diparêzin. Şervanên YBŞ, gerîlayên HPG û YJA-STAR’ê bi derfetên kêm gelek gund rizgarkirin û derbên giran li çeteyên DAIŞ’ê xistin. Lê hê jî bi awayekî cidî li Şengalê pêwîstiya gelê me bi alîkarî û piştgiriyê heye. Di serî de pêwîst e hêzên navneteweyî, NY destê alîkariyê dirêjî gel bike. Her wiha pêwîst e NY û PE komkujiya balafirên şer ên Tirk li gundê Zergelê pêk anîn lêkolîn bike. Dewleta Tirk li Zergelê sûcê şer kiriye. Divê Serokwezîr û Serokkomarê Tirk li dadgehên navneteweyî bên darizandin.”
ŞERVANÊN KURD DÎROKÊ DINIVISÎNIN'
Kurdistaniyên li Komara Xweser a Adigey a girêdayî Federasyona Rûsya dijîn li ber Komeleya Çandê ya Kurd a Agirî kom bûn, Komkujiya Şengalê û Zergellê şermezar kirin. Siyasetmedarê Kurd Adil Cotyar ê di civînê de axivî got: "Ji her demê zêdetir pêwîstiya gelê me bi yekîtiyê heye. Hin partiyên Kurd bi zanebûn dixwazin ji bo berjewendiyên xwe yekîtiya Kurdan xera bikin. Li hember partiyên di nav meylên wiha de divê gelê me helwesta xwe nîşan bide. Dîsa di şerê ji bo azadiya Şengalê ev saleke tê meşandin asteke diyarker derketiye holê. Êdî li diyarên Derwêşê Evdî û Edûleyê de şervanên azadiyê yên Kurd ji nû ve dîrokê dinivisînin.
Wek Kurdên li Rûsyayê em bêdengiya hêzên navneteweyî li hember van êrîşan şermezar dikin.”