Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê Çarşema Sor pîroz kir

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê cejna Çarşema Sor pîroz kir û diyar ir, "Em bang li gelê xwe yê Êzdî dikin, ku zanibin; metirsiya qirkirinê ya li dijî wan bi temamî bi dawî nebûye, lewma rêxistiniya xwe ya civakî û xweparastinê xurtir bike."

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê diyar kir, "Em cejna Serê Salê ya mîladî ya gelê me yê Êzdî, cejna Çarşema Sor pîroz dikin. Gelê me yê Êzdî li gel 73 fermanan, zor, zehmetî û metirsiyên gelekî giran, cejna xwe ya Çarşema Sor li gorî çend sal beriya niha hîn bi zanebûn û rêxistinî pîroz dike, ku ev ye destketiyeke mezin, hêja û watedar e."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Êzdî ew beşa civakê ye ku di parastina nirxên nasnameyê û çanda Kurd a qedîm de israr kirine û di serdema heyî de jî temsîliyeta wê dikin, lewma bûne hedefa sereke ya dijminên Kurdan."

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Ev êriş bi sedan sal in dewam dikin û êrişkarê herî dawî jî dewleta Tirk a faşîst e. Dewleta Tirk destpêkê di Tebaxa 2014'an de bi navê DAÎŞ'ê û piştre jî bi piştgiriya hevkarên xwe gelek caran bi rêya êrişên hewayî gelê me yê Êzdî kir hedef. Dewleta Tirk a faşîst dijminê sondxwarî yê gelê Kurd e. Hebûna xwe bi tunebûna Kurdan ve girêdaye. Ev yek jî nîşan dide, heta ku desthilatdariya faşîst a dewleta Tirk bi temamî neyê têkbirin, wê metirsiya komkujiyê her tim li ser gelê Kurd bi taybetî jî li ser gelê me yê Êzdî hebe. Çawa ku di êrişên dawî yên dagirkerî û qirkeriyê de jî hate dîtin, vîrûsa herî metirsîdar û kujer a niha li Rojhilata Navîn heye, dewleta Tirk a faşîst a bi serkêşiya Erdogan-Bahçelî ye. Ev tehlûke berî her tiştî êrişî gelê Kur dike. Li dijî êrişên faşîst ên dewleta Tirk li Bakur, Başûr, Rojava, gerîlayên azadiya Kurdistanê û gelê me li her cihî bi rengekî mezin li ber xwe didin. Ev berxwedan ketiye serdemeke welê ku wê teqez dewleta Tirk a faşîst têk bibe. Zanebûn, xwebirêvebirin, xweparastina ku gelê me yê Êzdî di nava pênc salên dawî de pêk anî, wateya dîrokî ya vê serketinê mezin kiriye, veguherandiye nirxekî gelekî hêja. Pîrozkirina cejna Çarşema Sor a 2020'an bi vê biryardarî û destketiyê, wateyên nû li wateya xwe ya pîroz zêde kiriye."

EM ÇARŞEMA SOR BIKIN WESÎLEYA SERKETINÊN MEZIN

Di daxuyaniya Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê de işaret bi van xusûsan hate kirin:

"Gelê me yê hêja;

Yek ji armancên sereke yên êrişên qirker ên li dijî gelê Kurd, weke ku di dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û Şengalê de hate dîtin, koçberkirina gelê Kurd ji cih û warê wan û bicihkirina biyaniyan li xaka wan e. Di baweriya Êzdiyan de, di çanda wan de, lewma di hest û ramanê gelê Kurd de, baweriya ku weke cejna Çarşema Sor bûye xwedî wate, Heqwardîtina xaka Kurdistanê, dilsoziya bi xaka xwe lê xwedî dike û vegotina vê yekê bi rengê cejnê ye. Em dibêjin, bi vê bîr û baweriyê, em cejna Çarşema Sor a 2020'an bi parastina xak û çanda xwe li dijî qirkeran, bi neterikandina xaka Kurdistanê, bi hest û ramanên vegera li xaka xwe pîroz bikin. Di şexsê Mam Zekî Şengalî û Zerdeşt Şengalî de, em careke din şehîdên xwe yên leheng bi bîr tînin ku welatê Heqwar Kurdistan ji êrişên dagirkeriyê parastin û di vê oxirê de şehîd bûn. Em bang li gelê xwe yê Êzdî dikin, ku zanibin; metirsiya qirkirinê ya li dijî wan bi temamî bi dawî nebûye, lewma rêxistiniya xwe ya civakî û xweparastinê xurtir bike. Bi wesîleya vê cejnê em careke din dixwazin pêwîstiya bi tifaq û yekîtiya Êzdiyan destnîşan bikin. Di nava pênc salên dawî de careke din hate dîtin ku ya ku civakê diparêze, paşeroja wê misoger dike û nirxên nû lê zêde dike, hişmendî û rêxistinbûna demokratîk e. Têkoşîna bi rengê yekîtiyê ye. Bi van hest ûr amanan em cejna Çarşema Sor a 2002'an bikin wesîleya serketinên mezintir.

YA RAST EW E KU PÎROBAHIYÊN CEJNÊ LI GORÎ TEVDÎRÊN LI DIJÎ VÎRÛSÊ BÊN KIRIN

Gelê me yê hêja yê Êzdî;

Sala 2020'an bi bûyerên ku bibin sedema rewşeke gelekî girîng dest pê kir. Di nava çend mehên dawî de mirovahî di nava metirsiya şewba vîrûsa koronayê de ne. Ji niha ve tê gotin ku bi milyonan mirov nexweş ketine û bi deh hezaran jiyana xwe ji dest dane. Sedema vê nexweşiyê û nexweşiyên mîna vê, sîstema netewe dewlet û desthilatdariya kapîtalîst e ku ji bo berjewendiyên xwe zerarê didin xwezayê û exlaqa civakî. Çarşema Sor cejna baweriya bi afirandina cîhanê, afirandina çar demsalan û rengîniya xwezayê ye. Em vê cejna îsal bi nava metirsî û gefeke welê giran a li ser jiyana civakî pîroz dikin. Metirsiya şewbê roj bi roj mezin dibe. Ji ber vê yekê girîng e ku pîrozbahiyên îsal ên cejnê li gorî vê rastiyê bên kirin. Pîrozbahî, kombûn û serdanên bi wesîleya cejnê pêwîste li gorî rîska belavbûna vîrûsê bên birêkûpêkkirin.

EM LI GORÎ CEWHERA ÇANDA XWE PÎROZ BIKIN

Gelê me yê hêja;

Di vê dema zor û zehmet de, em alîkarî, piştevanî û parvekirinê ku di çanda me ya gel de cihê xwe heye, veguherînin rewşeke rêxistinî û alîkariyê bi hev re bikin. Em têkiliyên xwe yên cîrantî, dostanî û xizmantiyê ku di nava çanda me de xurt e, li gorî hişmendiya welatparêziya demokratîk û hişmendiya rêxistinî binirxînin, bi vî rengî xwedî li hev derkevin, piştgiriya madî û manewî ay pêwîst bidin her kesên di rewşeke tengav de ne. Kurd yek ji wan gelan e ku hesta xwe ya edaleta civakî gelekî xurt e. Gelekî parveker e ku paqij e û bêyî berjewendiyan parve dike. Ev hemû nirxên me yên exlaqî ne ku bi rêya wan me gelek zor û zehmetî li pey xwe hiştin. Em dixwazin destnîşan bikin, eger em van nirxên xwe bi hişmendiya Apoyî kûr bikin û bi rêxistiniya neteweya demokratîk rojane bikin, hingî ti astengî wê li pêşiya me nemînin. Çarşema Sor jî ew cejn e ku di serî de gelê me yê Êzdî di nava Kurdan hemûyan de ev çand tê jiyîn. Lewma em bang li we dikin ku cejna îsal li gorî vê cewhera çanda me ya civakî pîroz bikin.

Bi taybetî salên derbasbûyî nîşan dan ku di serî de Êzdî dema ku Kurd bi hişmendiya Apoyî xwe bi rêxistin bikin û têbikoşin, hingî wê heq ji her zor û zehmetiyê derkevin. Di heman demê de têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê ku nîşaneya nûjeniya nirxên exlaqî civakî û çanda berxwedanê ya gelê me ye, li çiyayê Şengalê, li çar aliyên xaka Kurdistanê destan nivîsand, wate li wateya cejnên me zêde kir û coş û kelecana wan mezin kir. Kurdayetî vê carê bi Êzdiyan re li ser bingeha neteweya demokratîk bi rengê ku qet têk neçe bi nirxên xwe yên qedîm re bû yek. 'Derwêş' û 'Edûlê' yên hemdem Kurdistana xweser demokratîk ava dikin û bi ruhekî têk naçe diparêzin. Pîrozkirina Çarşema Sor a 2020'an bi vê wateyê, serketineke. Em jî bi navê tevgerê, bi van hest û ramanan cejna gelê xwe yê Êzdî careke din pîroz dikin û di şexsê Binevş û Xanêyan, Mam Zekî Şengalî û Zerdeştan de şehîdên xwe yên leheng careke din bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku ji bo serketina doza azadiyê ya gelan ku wan canê xwe di oxira wê de feda kirin, têkoşîna xwe bilind bikin."