Komîteya Ekolojiyê ya KCK’ê ji bo Meşa Cûdiyê bang kir

Komîteya Ekolojiyê ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) ji bo meşa ku li dijî qirkirina xwezayê ya wê 17’ê Îlonê li Cûdiyê bê lidarxistin banga “bibin tofan û biherikin” li her kesê kir.

Komîteya Ekolojiyê ya KCK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku li dijî faşîzma AKP-MHP'ê û talana ekolojiyê dema bûyîna yek û parastina jiyanê ye

Daxuyaniya komîteyê wiha ye:

“Mezopotamya ku dergûşa zayîna mirovahiyê ye, her roj û her kêlî ji aliyê nûnerê dawî yê rejîma qirker a dagirker desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ve tê bombekirin. Cihê ku bombe têrê nake daristan tên birîn û jêkirin. Çawa ku Enkîdu, xayînê sereke yê mîtolojiya Sumeran, li ser daxwaza Gilgamêş Hun Babayê daristanên Sedirê tune kir, Kurdistan jî ji aliyê cerdevanên ku Enkîdûyên hemdem in, tê xwestin bêdaristan bikin. Rejîma qirker li hemberî vê qetlîama mezin a xwezayê ti rêgez û exlaqên şer nas nake.

Ji Dêrsimê heta Bestayê, ji Botanê heta Behdînanê weke ku proveya qetlîameke civakî bike, qetlîama xwezayê dike. Dişewitîne, wêran dike û her cure amûrên qirkirin û qetlîamê, ji bombeyên nukleerî yên taktîkî bigire heta çekên biyolojîk û kîmyewî ku di lîsteya çekên qedexe yên cîhanê de ne xistiye dewrê.

Bi vê yekê, dewlemendiyên ser erd û bin erd ên Tirkiyê pêşkêşî axayên xwe yên ku ji wan piştgiriyê werdigire, dike. Ji ber ku olîgarşên şer bi xwîn û qirkirinê xwe xwedî dikin. Ew çawa ku çekên kîmyewî û biyolojîk ên ku hildiberînin difroşin Tirkiyeyê, di heman demê de wekî li çiyayên Kazê madeyên xav ên ji bo hilberîna çekan ji Tirkiyê peyda dikin.

Yanî dema ku ji bo bidestxistina gramek ûranyûmê Çiyayên Kaz dirûxîne, bi bombeyên nukleerî yên ku ji NATO’yê ku potansiyela enerjiya ûranyûmê ya ji wir distîne dixebitîne û hildiberîne, werdigire Kurdistanê jî bombe dike. Faşîzma AKP-MHP’ê bi komên faşîst ên bi hîsteriyên neteweperest tijî dike ne tenê bi gelên me re tîne hemberî hev, belku naxwaze qetlîama mezin a xwezayê ya li sê goşeya Bergama û Îkizdere, Îkizdere û Çiyayên Kazê hemû bi qetlîamên mezin ên xwezayê yên erdnîgariya Kurdistanê re bên ba hev.

Faşîzma AKP-MHP’ê erdnîgariya Tirkiyeyê ji bo fînansekirina şerê qirkirinê yê li Kurdistanê weke bingeh dibîne. Lê her du aliyan jî wêran dike. Hem jiyana ekolojîk a gelên Tirkiyeyê û hem jî hemû tiştên li Kurdistanê tune dike. Ji ber vê yekê divê tu kes li hember vê makîneya mezin a îmhayê bêalî û xemsar nemîne. Ekolojiya wêrankirî, mirovê wêrankirî ye. Mirovê wêrankirî xwezaya wêrankirî ye. Ne mirov dikare ji xwezayê serbixwe hebe, ne jî xweza dikare ji mirov serbixwe hebe. Her du jî bi hev re bi wate dibin. Siyanura ku li Bergamayê diherike kokên mirovahiyê jehrî dike; li Çiyayê Kazê her devê kepçeyekî ku di dilê axê de cik dibe, pişika mirovahiyê perçe dike; li Îkîzdereyê damarên jiyanê ziwa dike. Li aliyê din di Cûdî de hem çavkaniyên bingehîn ên jiyana mirovan, hem jî her tiştê ku ji aliyê mirov ve hatiye afirandin, aîdê mirov e, ji holê radike.

Ji ber vê yekê roj roja; li dijî faşîzma AKP-MHP’ê bi yekbûniyê re DEM DEMA PARASTINA JIYANÊ YE!

Ji ber vê yekê roj roja; Dem dema wê ye ku bi dirûşmeya “DEM DEMA PARASTINA JIYANÊ YE!” derkevin rê û dema aştiya bi xwezayê ye!

Ji ber vê yekê roj roja; hawîrdorparêz, ekolojîst, femînîst, humanîst, antî-mîlîtarîst, antî-kapîtalîst û her kesên ku xwedî hesreta jiyana azad in, êdî dem hatiye ku weke Tofana Nûh ber bi Cûdiyê ve biherikin.

Çawa ku keştiya Nûh ji bo parastina çavkaniyên jiyanê yên mirovahiyê afirandî ji tofanê CÛDÎ hilbijartiye, em jî Ereb, Çerkez, Gurcî, Laz, Tirk, Kurd, Elewî, Sunî, Cihû, Xiristiyan, Misilman in ku di kûrahiya hişê xwe de xwedî hêviyên jiyana azad in; bi kurtasî weke gel û baweriyên ji hemû etnîsîteyan divê em ji serî heta binî ji tofanê qut bibin û biherikin CÛDÎ.

Ji ber ku di şerê li dijî gerîlayên azadiyê ya li Çiyayê CÛDÎ de pêşeroja azad a gelên me, çavkaniya me ya jiyanê û xwezaya me tê qirkirin.

Ji bo em jê re bêjin RAWESTE û pêşeroja xwe ya azad îro ava bikin, em hemû bi hevre  17’ê Îlonê dirûşmeya “WERIN EM JIYANÊ BIPARÊZIN” di rûyê rejîma faşîst a dagirker de biqîrin.”