Koçyîgît: Divê bi kooperatîfan re pêşî li çandinî û sewalkariyê bê vekirin
Koçyîgît şert û mercên xebat û jiyanê yên karkerên demsalî û rojaneyî nirxand û got, "Ji ber ku ti tedbîrên tenduristî û ewlekariyê yên vê qada xebatê nîne, pirsgirêkên gelekî mezin hene."
OZGUR AYDIN / ANF
ÎZMÎR
duşem, 27 tîrmehê 2015, 07:06
Berdevkê Koma Polîtîkaya Çandiniyê Ahmet Koçyîgît şert û mercên xebat û jiyanê yên karkerên demsalî û rojaneyî nirxand û got, "Ji ber ku ti tedbîrên tenduristî û ewlekariyê yên vê qada xebatê nîne, pirsgirêkên gelekî mezin hene."
Berdevkê Koma Polîtîkaya Çandiniyê Ahmet Koçyîgît, nêrîna KCD'ê li kedkarên demsalî, gerok-demkî yên çandiniyê û planên xwe yên çareseriyê ji ANF'ê re vegot.
'DERFETÊN JIYANÊ KÊM IN, DI BIN HOLIKAN DE DIJÎN'
Koçyîgît bal kişand ser pirsgirêkên van kedkaran ên stargeh, xwedîkirin, tenduristî, çand û pirsgirêkên din ên jiyanê û got, "Ji ber ku li van qadan ti derfetên binesaziya jêrîn û jorîn nînin, ji aliyê tenduristî û ewlekariyê ve pirsgirêkên gelekî cidî derdikevin holê. Ji derfetên rê, ava têrker û paqij, kanalîzasyon û elektrîkê bêpar in. Li holikên ji naylon qamiş, textan dijîn. Ji ber ku cihê ew lê dimînin dûrî gund an jî navçeyan e, nikarin ji derfetên nexweşxane û dibistanê sûdê werbigirin."
'ZIMANÊ XWE JÎ NIKARIN BI HÊSANÎ BI KAR BÎNIN'
Koçyîgît da zanîn ku tevî pirsgirêkên dema dirêj a xebatê, mercê giran ên xebatê û kêmaniya heqdestan ên karkerên demsalî-demkî yên çandiniyê, di heman demê de ne rêxistinbûyî ne, lewma nikarin nikarin ti aktîvîteya çandî-hunerî pêk bînin.
Koçyîgît got, "Ji ber zexta hêzên ewlekariyê, xwediyên erd û zeviyan û mirovên xwecihî, ev kedkar nikarin bi hêsanî bi zimanê xwe jî bi axivin" û destnîşan kir ku têkiliya kedkaran bi şêniyên herêmê re bi qasî tineye, kêm e.
Koçyîgît anî ziman ku ji ber axaftin û agahiyên ne rast ên hêzên desthilatdariyê, şêniyên herêmê xwe nêzî komên karker ên Kurd nakin, car carna êrîşî dikin.
'BARÊ HERÎ GIRAN DÎSA LI SER PIŞTA JIN Û ZAROKAN E'
Koçyîgît da xuyakirin ku li qada çandiniyê tevî karên malê yên çêkirina xwarinê, xwedîkirina zarokan, paqijî, xwedîkirina heywanan, di heman demê de karkeriya çandiniyê jî ji aliyê jinan ve tê kirin, lewma barê herî giran dîsa li ser milê jinan e." Koçyîgît bal kişand ser xebitandina zarokand i vî karê giran de û diyar kir ku di temenê biçûk de zarok extiyar dibin.
'ÇAVKANIYA PIRSGIRÊKÊ NÊZÎKATIYÊN BI ZANEBÛN ÊN DEWLETÊ NE'
Der barê nêzîkatiya dewletê ya li karkerên demsalî-demkî de Koçyîgît wiha axivî: "Yekîneyên mulkî û emniyetê, bi çavê sûcdarên potansiyel li van mirovên bi zorê ji cih û warên wan kirine, dinêrin. Di dema desthilatdariya AKP'ê de ku bi îîaya çareseriya pirsgirêkên karkerên demsalî-demkî yên çandiniyê hat ser desthilatdariyê de (di sala 2010'an de giştînameya serokwezaretiyê hat weşandin. Tevî vê 'desteya şopandina karkerên demsal-demkî yên çandiniyê' hat avakirin. Lê belê hem ji aliyê ferasetê ve hem jî ji aliyê pêkanînê ve çareseriyên bingehîn nehatine nirxandin, lewma encameke esasî bi dest neketiye."
Koçyîgît da xuyakirin ku ji bo çareseriya pirsgirêkên li qada karkeriya demsalî-demkî ya çandiniyê, divê beriya her tiştî kedkarên çandiniyê xwe bi rêxistin bikin û şert û mercên rê li ber vê karkeriyê vekirine, ji holê bên rakirin.
Koçyîgît destnîşan kir ku divê pêşî li vegera li gundan bê vekirin, ku ev mirov li xaka xwe xebatên xwe yên çandinî-sewalkariyê bi xwe bikin.