Kobanê hat silavkirin; banga ji nû ve avakirinê hat kirin
Bi wesîleya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li gelek welatan çalakî didomin. Di çalakiyan de peyamên piştgiriya bi Kurdan re û ji bo ji nû ve avakirina Kobanê bang hatin kirin.
Bi wesîleya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li gelek welatan çalakî didomin. Di çalakiyan de peyamên piştgiriya bi Kurdan re û ji bo ji nû ve avakirina Kobanê bang hatin kirin.
Bi wesîleya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li gelek welatan çalakî didomin. Di çalakiyan de peyamên piştgiriya bi Kurdan re û ji bo ji nû ve avakirina Kobanê bang hatin kirin. Çeteyên DAIŞ’ê, hikûmeta AKP’ê û Erdogan jî di çalakiyan de hatin protestokirin.
ARHUS
Li paytexta Danîmarka Kopenhag û bajarê Arhûs ji bo 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê meşek hat lidarxistin.
Çalakiya li Arhûs di pêşengiya Komîteya Piştevaniya bi Kurdistan re a Midtjylland ya di bin banê Partiya Sor Kesk a Koalîsyonê xebatan dimeşîne pêk hat. Çalakî bi tevlîbûna Komîsyona HDP Midtjylland, PJD û PYD’ê pêk hat. Meşa meşalê ya li Qada Şaredariya Århus destpê kir, bi axaftinan û stranên Hozan Kakanî li Europaplads bi dawî bû.
KOPENHAG
Çalakiya li Kopenhag jî bi tevlîbûna Partiya Yekîtî ya Danîmarka, Komeleya Dostaniyê ya Kurd a Danîmarka Kurdisk Forum, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Danîmarka, gelek sazî û dezgehên civaka sivîl ên Danîmarkayî pêk hat.
Çalakî saet 14.30 li Qada Enghaveparken bi tevlîbûna zêdetirî 500 kesî destpê kir.
Bi sedan kesên li Rådhusplasen kom bûn, meşale pêxistin û 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê silav kirin.
JI NAVNETEWEYÎ PEYAMÊN PIŞTGIRÎ Û PIŞTEVANIYÊ
Di aktîvîteyê de li ser navê Kobanê Reconstrûctîon Board Dr. Necatî Harmankaya, li ser navê Partiya Yekîtîya Sor-Kesk a Danîmarka Parlamenter Eva Flyvholm, li ser navê Partiya Demokratên Sosyal Parlamenter Mette Gjerskov, li ser navê Partiya Gel a Sosyalîst Parlamenter Holger K. Nîelsen axaftin kirin. Her wiha ser navê YNK/PÛK, Tevgera Goran, Fredsvagten, Revolûtîonære Antîfasîster, Komala, Hîzbî Xizmetkêşan û Marxîstîske Stûderende jî axaftin hatin kirin.
Di axaftinan de hat destnîşankirin ku Kobanê ne bi çekên mezin, bi îradeya gel û jinan bi ser ketiye. Parlamenter û nûnerên saziyan peyamên dostaniyê dan Kurdan, banga piştevaniya navneteweyî kirin. Di axaftinan de her wiha pêkanînên polîtîkayên komkujer ên çeteyên DAIŞ û Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan hatin protestokirin.
RANYA
Li navçeya Silêmaniyê Ranya jî 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê bi aktîvîteyekê hat silavkirin. Tevgera Azadî û Nûnertiya Kurdên Rojava pêşengiya aktîvîteyê kirin. Bi sedan kesan di aktîvîteya li Baxê Giştî de berxwedana Kobanê silav kirin û kesên di berxwedanê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anîn. Di aktîvîteyê de helbest hatin gotin her wiha endamê Tevgera Azadî Seîd Xalîd û li ser navê Nûnertiya Kurdên Rojava Bekîr Kobanê axaftin kirin.
'DEWLETA TIRK Û DAIŞ DIXWAZIN ÎRADEYA ME BIŞKÎNIN'
Endamê Tevgera Azadî Seîd Xalid bal kişand ser hevkariya dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ’ê. Xalid wiha axivî: “Piştî di berxwedana Kobanê de serketinek bi dest ket, gelê Kurd di berxwedanê de ket merheleyek din. Dewleta Tirk van pêşketinan hezm nake û li hemberî gelê Kurd ketiye nav êrîşên şîdetê, bi piştgiriya DAIŞ’ê jî dixwaze îradeya gelê Kurd bişkîne.”
Xalid destnîşan kir ku bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelê Kurd li Kurdistanê planên êrîşê yên hêzên dagirker û mêtinger vala derxistiye.
'OCALAN LI ROJAVA DESTPÊKÊ HATIBÛ KOBANÊ'
Li ser navê Nûnertiya Kurdên Rojava Bekî Kobanê axivî, diyar kir ku Kobanê wek navenda Kurdan digire dest, bal kişand ku destpêkê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Rojava hatiye Kobanê. Ragihand ku Kobanê di dîroka Tevgera Azadiya Kurd û gelê Kurd cihekî girîng digire.
GOTEBORG
Li bajarê Goteborg ê Swêdê, li Gustaf Adulf Torget meşek hat lidarxistin. NCDK, Partiyên Kurd, tevgerên Sosyalîst û Partiya Venster a Swêd, Partiya Komunîst, Sosyalîstên Swêdê jî di nav de nêzî 1500 kesî piştgîrî da meşê.
Di çalakiyê de dirûşmên “Bijî Kobanê”, “Bijî Serok Apo” hatin gotin.
Hunermendên xwecîhî Ferîboz, DJ Assîa û Koma Çarnewa di çalakiyê de stran gotin.
MALMO
Li bajarê Malmo yê Swêdê Kurd û ji gelek neteweyan mirov ji bo Kobanê hatin cem hev. Aktîvîte ji aliyê Allt at alla, Partiya Çep û NCDK hat lidarxistin, hate diyarkirin ku wê proje ji bo avakirina Kobanê bên afirandin.
Di çalakiyê de dirûşmên,"Bijî YPG/YPJ", "Bijî Kobanê", "Bijî Serok Apo" hatin qîrkirin.