KNK: Seîd Ûsiv û hunera xwe wê tim sax û nemir bin

KNK'ê bi daxuyaniyeke niviskî ji bo stranbêjê navdar ê Kurd Seîd Ûsiv serxweşî da malbatê, gelê Kurd û hezkiriyên Ûsiv.

KNK'ê ji bo hunermendê Kurd Seîd Ûsiv ku bi nexweşiya pençeşerê li Stenbolê ya Tirkiyê koça dawî kir daxuyaniyek da. KNK'ê got, ''Bi kovanek mezin me xeberê koça dawiyê ya hunermendê Kurd ê navdar Seîd Ûsiv bihîst, koça dawî ya vî hunermendê mezin ji dil û can em hemû xembar kirin. Her wiha seranserî cîhana mûzîk û hûnera resen a Kurdî hejand û perîşanî xiste derûnê hunerdostan.''

'MÎRÊ SAZA KURDÎ'

KNK'ê bi berdewamî derbarê Seîd Ûsiv got, ''Mamoste Seîd Ûsiv bi dirêjiya temenê xwe girêdayî xebat û xizmetkirina stran û mûzîka Kurdî bû, sazbend û mûzîkjenekê melevan bû di deryaya hunera Kurdî da. Di warê hunerê de, ew serkêş û serkarwan û mamosteyekî bernas û bêhempa bû. Awazên sozdariyê, resenatiya dengbêjiyê û awazdaneriyê di dinyaya mûzîkê de sîmayên wî bûn. Ew bi mîrê saza Kurdî hatibû navdar kirin.''

'DENGÊ WÎ DI GUHÊ ME DE, DI MAL Û KOLANÊN ME DE WÊ TIM SAX BIMÎNE'

Daxuyaniya KNK'ê ya derbarê koça dawî ya Seîd Ûsiv wiha ye:

''Bi koç û malavayîkirina wî, serbarê hiştina xem û kovanek mezin, ew ê tim û heya Kurd, çand û zimanê wan hebe, li asimanê hunera Kurdî weke fenerek geş, bi şewq û şemalek bimîne. Dîsa jî wê barzîng û rêbaza wî ya hunerî, wê weke xwendingehekê bimîne û berdewam be.

Em Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi xem û kovanek mezin ve serexweşiyê li malbat, gelê Kurd û Kurdistanîyan û tevaya dost û aşiqên dengê Xwedê jê rezî mîrê biziqê mamoste Seîd Ûsiv dikin.

Bi vê bûnê em daxwazê ji temamî sazî û dezgehên taybetmendyên mûzîka Kurdî dikin, ku berhem û mûzîka vî junermendê Kurd ê navdar biparêzin, xwedî lê derkevin û şopa wî dewam kin. Her wiha em ji tevaya gelê xwe daxwazin xwedî li malbata wî derkevin û wan bi tenê nehêlin.

Dangê mamoste Seîd Ûsiv wê di guhên me de, di kolan û malên me de, tim sax bimîne, şemala dengê resen Seîd Ûsiv wê heya dawiyê koçik û dîwanên me bi şewiq û rohnî bi hêle.''