KNK’ê ji malbata Dîrîl re sersaxî xwest

KNK’ê revandin û qetilkirina Şîmon Dîrîl şermezar kir û û sersaxî ji malbata Dîrîl, gelên Keldanî, Suryanî, Asûrî re xwest.

Hurmuz Dîrîl yê 71 salî û hevjîna wî Şîmonî Dîrîl ya 65 salî yên Keldan ên ji gundê Mêhrê yê bi ser navçeya Elkê ya Şirnexê 11’ê Çileyê hatibûn revandin. Cenazeyê Şîmonî Dîrîl di 20’ê Adarê de li nêzikî gund hate dîtin. Ji Hurmuz Dîrîl jî heta niha agahî nehatiye girtin. KNK’ê bûyer şermezar kir û sersaxî ji malbata Dîrîl, gelên Keldanî, Suryanî, Asûrî re xwest.

Konseya Rêveber ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya KNK’ê wiha ye;

“Hurmuz Diril û hevjîna wî Şmuni Diril yên xelkê gundê Mêhrê (Kovankaya), ji 11.01.2020an ve windane. Tê gohtin hinek kesên çekdar hatine û Hurmuz û Şmuni bi darê zorê bi xwe re birine. Çend roj pêş niha cenazeyê Şmuni Diril, li nîzingê gund hate dîtin. Lê heta niha çi agahdarî ji Hurmuz nînin.

Gundê Mêhrê, girêdayî navçeya Elkê (Beytuşebab) ya li wilayeta Şirnexê ye. Xelkî vî gundî Mesîhîyên Kildanî ne. Bi tûhmeta hûn destek didin hêzên Gerîla, di destpêka salên 1990 de, dewleta Tirk destpêkir û gundên Kurdistanê şewitandin û valekirin. Yek ji gundên ku di destpêkê de hatî şewitandin û valekirin gundê Mêhrê ye.

Malbata Diril jî weke gundîyên din ji gund koçberbûn û çûn Stembulê. Piştî salan ku derfet kete destê wan, bi desteka ronakbîr û hunermendên demokrat, zivirîn gundê xwe. Zexta dewletê ya li ser wan berdewamkir û çend caran bi tûhmeta alîkarîya Gerîlayan dike, Hurmuz ji teref hêzên dewletê ve hate girtin. Heta niha daweyên derbarî wî de berdewamin.

Piştî bûyer qewimî, jibo lêkolîn û lêpirsînê hêzên dewletê dereng ketin hereketê. Weke tê xwestin lêkolînek û lêpirsînek berfireh nekirin û li Hurmuz û hevjîna wî negeran. Belê dosyayek ya lêpirsînê hate vekirin, hinek îfade hatin girtin. Gelek balkêşe ku biryara xefgirtî (sergirtî-gizlilk) li ser dosyayê hate danîn. Ji bilî rayedarên dewletê, ne malbat ne avukat ne kesekî din nikare naveroka dosyayê bibîne.

Roja bûyer çêbûyî û heta niha em weke KNK, bi malbat û kesên derdora wan re di nava diyalogê de ne. Jibo ev mirov bêne dîtin, jibo rastî derkevi holê, heq û edalet cihê xwe bibînî, em di nava lêkolîn û lêpirsînek berfireh de ne. Di van xebatên xwe de, em bi navenda HPGê jî re ketin diyalogê û me ji wan xwest ku lêpirsînê bikin û encamekî bigihênên me û malbatê. Herî dawî peyama ji navenda HPGê hatî ku têde tê gohtin; “Eve 37 sale em Hurmuz nasdikin, ew dostekî me ye, ew kesekî welatparêze li gel hemî zext û zahmetîyan li gindê xwe maye, em çawa gelê Kurd diparêzin heman rengî em gelê Kildanî-Asûrî-Suryanî jî diparêzên, dewleta Tirk dixwaze me û gelê Kildanî-Asûrî-Suryanî bîne hember hev, dewleta Tirk naxwaze ev gund ava bibin, ev gel bizivirin li ser axa xwe. Li herêma Mêrdînê jî keşeyek û hinek kesên din yên Mesîhî girtin, me lêpirsîn daye destpêkirin, lê jiber rewşa zivistanê em heta nîvê meha gulanê nikarin xwe bigihînin wê herêmê, emê lêpirsînê kûr bikin, rastîyê derxin holê, jibo heq û edalet were cih her çi pêwîst be emê bikin”. Ev peyam, pêşîya ku cenazeyê Şmuni bê dîtin, bi malbatê re hatîye parvekirin.

Em weke KNK, ji vê bûyerê gelek xemgînin. Ji bo rastî derkevi holê, heq û edalet cihê xwe bibini, emê lêkolîn û lêpirsînên xwe berdewam bikin û encamên wê ji malbatê û ji raya giştî re ragihînin. Bi vê munasebetê em ji malabata Diril re, ji gelê Kildanî-Asûrî-Suryanî re û ji hemî gelên Kurdistanê re sersaxîyê dixwazin û failan bi tundî şermezar dikin.”