KNK’ê Cejna Paskalya pîroz kir

KNK’ê Cejna Paskalya li hemû gelên Asûr, Sûryan, Kildanî û bawermendên Mesîhî pîroz kir.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi daxuyaniyeke nivîskî Cejna Paskalya li gelên Asûr, Sûryan, Kildanî û gelên Kurdistanê û li hemû bawermendên Mesîhî pîroz kir û xest ku cejn bibe wesîleya aştiya mayinde.

KNK’ê got îsal cejn di qonaxeke dîrokî ya gelê Kurdistanê de pêk tê û got: 

"Ev heyam qonaxeke ji bo gelên deverê bi giştî û yên Kurdistanê bi hemû çîn û etnîkyên wê ve çarenivîssaz e. Xelkê me bi xweragirî û li hember nijadperestî û terora Dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ ê û dewletên din yên dagirker û dijî mirovatiyê, li ser axa xwe û bi taybetî li Bakur û Rojavayê Kurdistanê, berxwedaneke bê hempa dimeşîne. Bi rêveberî û ragehandina sîstema fedral ya Rojava – Bakûrê Sûriya yê û parastina hevbeş, pengavên dîrokî tên avêtin."

KNK’ê bi domdarî got Paskalya wê hezeke mezintir bide yekîtî û berxwedana hevpar û got:

"Şoreşa gelan ya li dijî stemkarîyê, ku gelên Kurd, Asûrî-Suryanî-Kildanî, Ereb, Ermenî  û hwd. himbêz dike û li tevahiya cîhanê deng vedaye. Di van rojên dîrokî de pîrozkirina cejna (Qiyametê – Rabûnê) Paskalya yê, wê hêzeke mezin û îradeyeka bi hêztir bide yekîtî û berxwedana hevpar ya ji bo damezirandina civakeke wekhev û  pêkve jiyana bi aşitî û bextewerî yê."