KNK'ê Çarşema Sor pîroz kir

KNK'ê Çarşema Sor li civaka Êzidî û tevahiya gelên Kurdistanê pîroz kir û diyar kir, "Bi azadî û bextewarî pîroz kirina cejnên me jî, bi serketina me ve girêdayî ye. Wateya Cejna Çarşema Sor jî, vê berpirsiyarî û baweriyê ji me dixwaze."

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê bi wesîleya cejna Çarşema Sor daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Îro Çarşem e, ÇARŞEMA SOR E, Çarşema serê Nîsanê ye, Cejna Kurdistanê ye. Cejna Çarşema Sor a civaka Êzidî, xwedî wateyek dînî û dîrokî ye. Dînê Êzidî yek ji dînê herî kevnare yê Kurdistanê ye. Çarşema Sor jî xwedî taybetmendiyek dînî, civakî û dîrokî ye.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK, cejna Çarşema Sor li civaka Êzidî, li gelê Kurd û tevahiya gelên Kurdistanê û yên herêmê pîroz dike.

Hêviya me ew e ku cejin, li gorî wateya nirx û pîroziyên dîrokî, dînî û civakî bandora xwe bike û bibe bingeha aştiyek mayînde ya nava civak û gelan tevahî.

Îsal ev roj û ev cejn di qonaxeke dîrokî de bi ser gelên Kurdistanê û cîhanê re derbas dibe. Niha cîhan giştî li hember nexweşiya Koronayê (COVID-19) têkoşîneke mezin dide. Mixabin weke her sal gelê me wê nekare vê cejnê de mal bi mal digere û bi awayekî girseyî pîroz bike. Ev heyam qonaxeke ji bo gelên cîhanê çarenivîssaz e. Lê her çi dibe bila bibe, dîsa cejn wê bi wateya xwe bê pîrozkirin. Di van rojên dîrokî de pîrozkirina cejna Çarşema Sor, wê hêzeke mezin û îradeyeke bi hêztir bide têkoşîna li hember nexweşiyê, avakirina pêkve jîyana bi aştî û bextewerî YE.

Bi azadî û bextewarî pîroz kirina cejnên me jî, bi serketina me ve girêdayî ye. Wateya Cejna Çarşema Sor jî, vê berpirsiyarî û baweriyê ji me dixwaze.

Bi vê hêvî û daxwazê, em weke KNK, cejna Çarşema Sor li civaka Êzidî, gelê kurd û tevahiya gelên li herêmê pîroz dikin.”