KNK: Cejna Êzî pîroz be

Konseya Rêveber a KNK'ê bi peyamekê Cejna Êzî ya civaka Êzidî pîroz kir.

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi wesîleya Cejna Êzî ya Êzidiyan peyamek weşand.

Di peyamê de hate gotin, "Îro cejn e, cejna Êzî ye, cejna avakirinê ye. Berî her tiştî em wek Kongreya Neteweyî ya Kurdistan (KNK), Cejna Êzî di serî de li Civaka Êzdiyan, li gelên Kurdistanê û tevayî mirovahiyê pîroz dikin."

Peyama KNK'ê wiha dewam kir:

"Îsal di rewşeke dijwar de em vê cejnê pêşwazî dikin. Ji ber nexweşiya koronayê, mixabin em ê nekarin weke tê xwestin cejna xwe pîroz bikin. Lê çi dibe bila bibe em ê cejna xwe bi wateya wê û li gorî îmkanan pîroz bikin. Em hêvîdar in ev cejn bibe wesîleya aştî, azadî û biratiya gelan.

Cejn di nava hemû baweriyan de xwedî cihekî watedar in. Cejnên Êzdiyan jî xwedî dîrokeke kevnar in. Dema mirov li dîrok û naveroka van cejnan dinerin, jiyaneke nû û pîroziyan tê de dibîne. Em Cejna Êzî, weke kevneşopiya xwedîderketina li bawerî û ҫanda welatê xwe dibînin.

Pîroziya van cejnan di dema îro de, ji her wextê bêhtir, ji bo bawerî û ҫanda Êzdiyatiyê hê watedar e. Ji ber ku ev ҫanda qedîm bi her awayî di bin metisîyeke mezin de ye. Girîng e civaka Kurdên Êzdî û bi taybetî Êzdiyên derveyî welat, bawerî û çanda xwe biparêzin û xwedî lê derkevin.

Pênc sal pêş niha bi berxwedaneke mezin Şengal hate azadkirin. Ew êşa mezin ya Fermana 73. hinek be jî hate kêmkirin. Lê mixabin niha dîsa ewrên tarî li ser Şengalê digerin. Bê îradeya Şengaliyan peyman têne çêkirin û li ser wan tê ferzkirin. Gelê Şengalê, kesên Şengal azad kirin û nûnerên gel vê rewşê qebûl nakin û bertek nîşan didin. Ev rewş nayê qebûlkirin.  

Pêwîste rewşa Şengalê bi awayekî taybet û hesas bê nirxandin. Parastin û avakirina Şengalê wezîfa hemî hêzên Kurdistanî ye. Pêwîste xelkê Şengalê yê koçber bizivire ser axa xwe. Tê xwestin û pêwîste nasnameya Êzidiyatiyê li Şengalê bê parastin, pêwîste gelê me yê Êzidî, bi awayekî xweser, ew xwe bi xwe rêve bibin. 

Bi van hêviyan em cardin, Cejna Êzî li Civaka Êzdiyan û tevahiya Mirovahiyê pîroz dikin."