Kevneşopiya sobeyê ji holê radibe

Sobeya ku di demsala zivistanê de nebe nabe, bi sîstema gaza xwezayî û kalorîferan re, li ber tinebûnê ye. Esnafên sobeyê dibêjin ku kêm maye ew êdî dest ji vî karî berdin.

Sobeyên ku niha bi tenê li gund û gundikan tên bikaranîn, bi hatina zivistanê re li Wanê hatine amadekirin û li benda kirînê ne. Ev sobe bi ked û hunereke destan tên çêkirin. Ji ber ku di serdema heyî de keda mirovan bi makîneyan tê talankirin, ev sobeyên bi destan tên çêkirin, xeml û rewşeke nostaljîk diafirînin.

Hostayên bi kedeke mezin van sobeyan çêdikin, bi gilî û gazin in. Hostayên ku nikarin sobeyên xwe bifiroş in, di rewşeke nebaş de ne. Ji van hostayan Nîhat Atacan ev 50 sal in vî karî dike. Atacan dibêje bi hatina gaza xwezayî ji bo bajaran re û bi hilberîna sobeyan bi rêya teknolojiyê re, karê wan li ber tinebûnê ye.

'KÊ MAYE EM Ê DIKANÊN XWE BIGIRIN'

Esnaf Hamît Gunduz ê bi salane sobeyan difiroşe dibêje, ku eger rewş bi vî rengî dewam bike ew ê dikanên xwe bigirin û ji xwe re karekî din bikin. Gunduz got, "Em esnafên sobeyan difiroşin, nema dikarin kar bikin. Zivistana li herêma me dijwar e, lê belê feyda xwe li me nabe. Gaza xwezayî hat nava bajêr, sobeyên teknolojîk hatin afirandin û vê yekê em qedand. Di demeke nêz de em ê ji neçarî dest ji vî karê xwe berdin û karekî din ji xwe re bikin."

...