Keşeyê Suryanî ku neçar mayî koç bike, li gundê xwe hate definkirin

Keşeyê Sûryanî Meta Eksen ê 5’ê Nîsanê li Belçîkayê jiyana xwe ji dest dabû, li gundê xwe yê salên 90’î neçar mabû biterikîne hate definkirin.

Keşeyê Sûryanî Meta Eksen salên 1990’î ji Gundê Hesena ya Suryanî ya girêdayî navçeya Silopiya ya Şirnexê neçar mabû koç bike.

Cenazeyê Eksen ê 5’ê Nîsanê li Belçîkayê jiyana xwe ji dest dabû, li ser wesyeta wî li gundê lê hatî dinê Gundê Hesena bê veşartin.

Li Dêra Marmoşel a pêşberî mala Eksen a bûye xirabe merasîmek hate kirin.

Di merasîmê de Hevşaredarê HDP’ê yê Silopiya Suleyman Şavlûk, gelek keşe, bi sedan kesên ji Ewropa û derdor hatibûn amade bûn.

Ji Dêrê heta goristanê cenazeyê Eksen hate hilgirtin û bi Kurdî, Tirkî û Suryanî silav hatin kirin.

Li ser goristanê ji Încîlê ayat hatin xwendin.

Piştre cenazeyê Eksen li ber duayan hate veşartin. Taziyeya li Mala Taziyeyê ya Gundê Hesena tê qebûlkirin.