Kenanoglû: Elewî dest ji aştiyê bernadin

Parlamenterê HDP’ê Kenanoglû, nerazîbûn nîşanî êrîşên li hember Elewiyan da. Kenanoglû ji AKP û Erdogan re got, “Em ji we û ji qîrên we yên şer natirsin.”

Parlamenterê HDP’ê Kenanoglû, nerazîbûn nîşanî êrîşên li hember Elewiyan da. Kenanoglû ji AKP û Erdogan re got, “Em ji we û ji qîrên we yên şer natirsin.”

Kenanoglû, diyar kir ku di rojên dawî de rêveberên Elewî rastî êrîşan tên, deriyên malên Elewiyyan weke beriya Komkujiya Mereşê tên nîşankirin û  wiha axivî: "Li hember hêzên ji bo parastina qesrê dixwazin her aliyê welêt veguherinîn cihê şewatê, Elewiyan helwestan di aliyê îradeya aştiyê de nîşan dane.  Ji ber Elewiyan helwesta xwe di aliyê Bloka Aştiyê de nîşan daye, her hal hin kes kirine nav tirsê, lewma lez dan êrîşan û polîtîkayên tirsê. Her cihê welêt ku bûye êgir û qîrên şer her der dorpêç kiriye, qîra aştiyê ya ji Elewiyan derdikeve diyar e lîstîkên kesên şer dixwazin xera kiriye.”

'EM Ê ZAROKÊN XWE JI BO PARASTINA QESRÊ FEDA NEKIN!'

Kenanoglû diyar kir ku tevî êrîşan jî wê Elewî helwesta xwe ya aştiyê bidomînin û got: "Elewî timî li hember xerabiyan li rex mezlûman cih girtin. Îro jî tiştekî bê guhertin wê tine be.” Kenanoglû wiha bang li AKP û Erdogan kir, “Em ji we û ji qîrên we yên şer natirsin. Em ê dest ji têkoşîna xwe bi rêyên demokratîk û heq û ji dirûşma aştiyê bernedin. Em ê nebin esîrê polîtîkayên we yên tirsê. Em ê zarokên xwe ji bo parastina qesrê feda nekin.”