Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, Êzidî yek ji nûnerên herî kevn ên kevneşopiya berxwedana gelê Kurd didomîne.
Di destpêka daxuyaniya KCK'ê de hat gotin, "Em hêvîdar in ev cejn bibe wesîle ji demokrasî, azadî, aştî û biratiyê re ku hesreta gelên vê herêmê ye. Em cejna Çarşema Sor li civaka xwe ya Êzidî, li hemû Kurdistaniyên welatparêz pîroz dikin û hêvîdar in, ku coş û kêfxweşiya vê cejnê vînê li vîna gelê me, zanebûnê li zanebûna gelê me, rêxistiniyê li rêxistinbûna gelê me zêde bike."
KCK'ê bibîr xist, ku Çarşema Sor weke Cejna Îmanê tê pîrozkirin û ragihand, ew bawer in wê Êzidî vê cejnê bi baweriyeke mezin bikin wesîleya xwedîderketina li nirxê xwe.
Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Çarşema Sor cejna baweriya afirandina cîhanê û bicihbûna mirovan li ser rûyê erdê ye. Li gorî vê baweriyê, cihê destpêkê yê mirov lê bi cih bûne, cihê ku niha civaka me ya Êzidî lê dijî, ye. Ev bawerî nîşan dide, ku cihê civaka me ya Êzidî lê dijî çiqasî pîroz e. Ev pîrozmendî, tevî êrîşên xayintî û barbariyê jî, qadên pîroz ên jiyanê xurt dike."
Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê bibîr xist, ku li Rojhilata Navîn bi taybetî li Kurdistanê şerekî giran heye û wiha dewam kir: "Di vî şerî de, ku weke Şerê Cîhanê yê 3. tê binavkirin, Kurdên ji her baweriyê dibin hedef û hewl tê dayîn bên tinekirin. Dijminên Kurdan ku dewleta Tirk a faşîst serkêşiyê ji vê re dike, li derve bi destê çeteya bi navê DAIŞ'ê, li hundir jî bi rêya nokerên xwe ketiye nava tevgerê û êrîşî gelê me dike. Dijminên gelê Kurd di her serdemê de ewilî êrîşî Kurdên berxwedêr kirine. Di van êrîşên dijmin de rêbazeke din a ku qet nehatiye guhertin jî, bikaranîna xayin û nokerên Kurd e.
Di nava gelê Kurd de yên ku herî zêde ferman li wan rabûn, Êzidî ne. Êrîşa herî dawî ya vê komkujiyê di 3'ê Tebaxa 2014'an de ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hate kirin. Gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê nehiştin ku bi vê êrîşê re felaketeke mezin rû bide. Armancj i vê komkujiyê ew bû, ku Êzidî werin tinekirin, yên sax man e jî ji welêt bên dexistin û bi taybetî Şengalê bê Êzidî bihêlin. Ev komkujiya ku bi zora her mirovekî Kurd ê bi şeref û rûmetê diçe, di şexsê Êzidiyan de nîşan da ku di sedsala 21'an de xetereiyeke çiqasî mezin li ser Kurdan heye. Yên ku komkujiya 3'ê Tebaxa 2014'an plan kirin û meşandin, ji bo vê armanca xwe bi cih bînin, di 3'ê Adara 2017'an de navê pêşmergeyan bi kar anîn û êrîşî Êzidiyan kirin. Di êrîşa 3'ê Adara 2017'an de me bi awayekî vekirî dît, ku Êzidî di hedefa êrîşên dewleta Tirk, PDK û çeteyên DAIŞ'ê de ne. Lewma vê êrîşê raxistiye pêş çavan ku xeteriya komkujiyê ya li ser civaka me ya Êzidî ji holê ranebûye. Vê yekê derxistiye holê, bê xwerêveberî û xweparastina Êzidiyan çiqasî pêwîst e. Ji bo civaka me ya Êzidî hebûna xwe biparêze û bi baweriya xwe bijî, pêwîstiya wan bi rêxistinbûneke xurt û qewîn a xweparastinê ya li Şengalê heye."
KCK'ê destnîşan kir, pêvajoya heyî, xurtkirina rêxistinbûna xweparastinê ya Êzidiyan ferz dike û wiha dewam kir: "Lewma em dibêjin, em vê cejnê bikin cejna mezinkirina YBŞ û YJŞ'ê. Ne tenê Çarşema Sor ji bo hemû cejn li gorî wateya xwe bên pîrozkirin, lazim e Êzidî li cih û warên xwe yên pîroz bi rengekî ewle karibin bijîn. Çarşema Sor eger li Çil Mêranê neyê pîrozkirin, wê coş û kelecana wê kêm be. Bi mezinkirina xweparastinê re parastina hebûna civaka Êzidî, bi avakirian sîstema siyasî ya civakî ya xweser a bi nasnameya civaka Êzidî, wê bike ku cejn bi wateya xwe bê pîrozkirin.
Komkujiya herî dawî a li Şengalê careke din nîşan da, ku gelekî rêxistinbûyî û xwe diparêze dikare nirx, çand, bawerî û hebûna xwe biparêze. Ev êşên hatine kişandin nîşan didin ku ji bilî vê rêyeke din nîne. Lewma em dixwazin bi wesîleya Çarşema Sor bêjin; civaka me ya Êzidî çiqasî xwe bi rêxistin bike, çiqasî xwe bi rê ve bibe wê bibe xwedî hêz. Çiqasî hêza xwe ya parastinê li ser erdê xwe xurt kir, wê jiyana xwe ewle bike.
Têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê, ji bo gel û baweriyên li Kurdistanê bi ziman û nirxên xwe yên çandî bi rengekî azad bijîn, bi rengekî bê eman têdikoşe. Civaka me ya Êzidî jî ji destpêkê ve xwedî li vê têkoşînê derketiye û tevlî bûye. Di serî de Binevş Agal, ji pêşengên berxwedana Şengalê Berxwedan Tolhildan û gelek keç û xortên leheng ên mîna wan di têkoşîna azadiyê de şehîd bûne. Em dixwazin Kurd hemû, bi taybetî Êzidî baş zanibin, ku li dora bîrdoziya Rêber Apo û bi nirxên ku şehîdên me ji me re hiştine, wê xwedî li hemû bawerî û nasnameyan bê derketin û heta gelên Kurdistanê azad bibin, wê bi pêşengiya PKK'ê têkoşîn dewam bike. Em bang li civaka xwe ya Êzidî dikin, ku hê bi xurtî cihê xwe di nava vê têkoşînê de bigire."