Rêber Apo ji bo Altûn û Kaytan peyam şand
Rêber Apo ji bo kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn peyam ji bîranîna li Tûzlûçayir re şand û got, “Di têkoşîna me de wê weke rêberên mayînde hebûna xwe bidomînin.”
Rêber Apo ji bo kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn peyam ji bîranîna li Tûzlûçayir re şand û got, “Di têkoşîna me de wê weke rêberên mayînde hebûna xwe bidomînin.”
PKK’ê, li ser banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê ya "Banga Aştî û Civaka Demokratîk", 12’emîn Kongreya xwe pêk anî û ragihand ku kadroyên pêşeng Alî Haydar Kaytan (Fûat) û Riza Altûn şehîd bûne. Hat gotin ku Kaytan di 3’yê Tîrmeha 2018’an de, Riza Altûn jî di 25’ê Îlona 2019’an de şehîd bûne.
Rêberê Apo têkildarî kongreya PKK’ê, Kaytan û Altûn peyamek şand. Peyama Abdullah Ocalan di şîna Kaytan û Altûn de hate xwendin. Peyam, ji hêla parêzerê Buroya Hiqûqê ya Asrinê Faîk Ozgur Erol ve hate xwendin.
Peyama Ocalan wiha ye:
"Hevrêyên hêja,
"Bi xemgîniyeke mezin bi şehadeta Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn hesiyam.
Ez ê piştre ji bo bîranîna hevrêyan nirxandineke berfireh bikim. Lê niha dixwazim bi hurmetdariyeke mezin wan bi bîr bînim.
Di têkoşîna me ya hebûna neteweyî û komunalîteya demokratîk de cihê wan daîmî ye.
Ji bo paradîgmaya dema nû û sazîbûna wê, weke nirxên sûdwergirtinê yên bingehîn wê heta bi hetayê rola xwe bilîzin.
Weke rênîşandêrên daîmî wê di têkoşîna me de bijîn û bêne jiyandin.
Bi vê wesîleyê biryarên di kongreya 12'emîn a dîrokî de hatin wergirtin û peyamên têkildarî dema pêş de hatine dayin, bi hurmet silav dikim."
Abdullah OCALAN
Îmrali / Bursa
12.05.2025"