KCÊE, SMGÊ û KCDK-E'yê Cejna Êzî pîroz kirin

Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê (KCÊE), Sîwana Meclîsên Gundên Êzidiyan (SMGÊ) û Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) Cejna Êzî pîroz kirin. Di peyaman de ji bo xwedîderketina li berxwedana Şengalê bang hate kirin.

Bi wesîleya Cejna Êzî Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê peyamek weşand.

Di destpêka peyamê de cejna Êzî di kesayetiya Mam Beşîr, Mam Zekî, Fermandar Zerdeşt de li cangoriyên 74 fermanan, li tevahiya civaka Êzidî, gelê Kurd, gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê hate pîrozkirin.

Di peyamê de hate bibîrxistin ku cejn bi armanca tifaq, aştî, azadî, aramî, xweşbînî û şahiyê derketine holê, bûne mîrateya mirovahiyê û hate gotin, "Lê mixabin ji ber siyaset, êriş, şer û kiryarên hêz û derdorên hegemonîk, desthilatdar, dagirker û qirker, civak û gel nikarin cejnên xwe li gorî armanc û wateya wan pîroz bikin."

Di peyamê de lihevkirina Hewlêr-Bexdayê ya li ser Şengalê û berxwedana xelkê Şengalê ya li dijî vê peymanê hate bibîrxistin û wiha hate gotin, "Em weke civaka Êzîdî, cejna Êzî, di bin gef û êrişên tunekirinê ku li hemberî me tê meşandin û bi berxwadanek bêhempa ya li dijî van êrişan pîroz dikin.

Civaka me di nava berxwadanê de wacibê xwe yên olî pêk tîne, rojî û cejnên xwe pêşwazî û pîroz dike. Di encama vê berxwedanê de, kesên me yên herî bi rûmet û hêja jiyana xwe ji dest didin. Yek ji wan kesên ku bênavber li dijî peymana tunekirina siberoja civaka Êzîdî, di nava berxwadanê debû û pêşengî jê re dikir Mam Beşîr bû. Mam Beşîr heya keliya dawî bi şev û roj li dijî peymana 9’ê Cotmehê têdikoşiya, berxwedan birêxistin kir û dîplomasiya wê meşand. Lê mixabin di 14‘ê Kanûne de, dilê Mam Beşîr pîlan, êriş û dorpêçkirina li ser civaka Êzîdî ranekir û di nava berxwedanê de bû cangorî û çû ber dilovaniya Xwedê. Mam Beşîr canê xwe fedayî hebûna civak û baweriya xwe kir, da ku ev bikaribe mîna hemû civak û baweriyên cîhanê hebûna xwe biparêze, azad be û cejnên xwe li gora wate û armanca wan pîroz bike.

'PÎROZBAHIYA HERÎ BI WATE YA CEJNÊ, XWEDÎDERKETINA LI BERXWEDANA ŞENGALÊ YE'

Em wek Koordînasyona Civaka Êzîdî ya Ewropayê dibêjin, pîrozbahiya herî bi wate ya cejna Êzî, xwedîderketina li berxwedana dîrokî ya Şengalê û bicihanîna armancê wê yê. Pîrozbahiya herî bi wate ya cejna Êzî xwedîderketina li Mam Beşîr, Mam Zekî, Zerdaştan û armancê wan e. Pîrozbahiya herî bi wate ya cejna Êzî, xwedîderketina cangorî û qurbaniyên 74 Fermanan e. Pîrozbahiya herî bi wate ya cejna Êzî, mîsogerkirina statûya Şengalê, kar û xebata ji bo erekirina îrade, rêveberî û parastina civaka me ya Şengalê ye."

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Bi van bir û baweriyan, em cejna Êzî li hemû cangoriyên Êzdîxanê û azadiyê, qurbaniyên Fermana 74'an, tevahiya civaka Êzîdî, Heyeta Ruhanî, gelê berxwedêr ê Şengalê, gelê Kurd û mirovahiyê pîroz dikin û her kesên li dijî qirkirin û dagirkeriyê di nava berxwedanê de ne silav dikin. 

Berwedana me ya ku îro bê kirin, wê cejnan carek din bigihîne armanc û wateya wan. Di encama berxwedanê de, wê cejn bibin rojên tifaq, aşîtî, aramî, azadî, wekhevî, xweşbînî û şahiyê."

SMGÊ BI HÊVIYA ŞENGAL A XWESER CEJNA ÊZÎ PÎROZ KIR

Sîwana Meclîsên Gundên Êzidiyan (SMGÊ) jî bi peyamekê cejna Êzî di şexsê Mam Beşîr de li civaka Êzidî pîroz kir.

Sîwanê bi hêviya ku cejnên xwe ji niha û pê ve li Êzidxana xweser pîroz bikin ev peyam da: "Cejna Êzî yek ji cejnên herî kevn ên dîrokê ye. Ji ber vê yekê, xwedî nirxên bingehîn ên mirovahiyê ye. Bi vê wesf û giraniyê, divê civaka me ya Êzidî cejnên xwe hê bi rêxistinî, hê bi coş û nirxên bedew ên van cejnan pîroz bike.

Cejn, nirxên hebûnê yên civaka me ya Êzîdî ye. Li ser vê bingehê, em hêvîdar in ku wê civaka me ya Êzîdxanê wê bi hezarên salan li welatê azad cejna Êzî pîroz bike û Rojhilata Navîn a demokratîk biafire ku nirxên bingehîn ên mirovahiyê yên Êzîdiyan dipejirîne û pêşî li fermanan bê girtin."

KCDK-E'YÊ BI WESÎLEYE CEJNA ÊZÎ JI BO NASKIRINA STATUYA ŞENGALÊ BANG KIR

Dîwana Hevserokatiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) jî bi wesîleya Cejna Êzî peyamek da.

KCDK-E'yê bi bîr xist ku piştî têkbirina êrişên DAÎŞ'ê, civaka Êzidî rêveberiya xwe ya xweser ava kir, xwe bi rêxistin kir û bû xwedî hêza xweparastinê, lê belê niha li dijî vê statuyê êrişk tê kirin.

Di peyama KCDK-E'yê de bang li tevahiya gelê Kurd kir ku xwedî li Şengalê derkeve û hate gotin, "Ji bo civaka me ya Êzidî careke din neyê qetilkirin, divê em bikin ku statuya Êzidxanê bê naskirin û bavakirin."

Di dawiya peyama KCDK-E'yê de Cejna Êzî li tevahiya civaka Êzidî û Kurdistaniyan hate pîrozkirin û hêviya ji bo aştî, statu û azadiyê ya ji bo Kurdistaniyan hate bilêvkirin."