'Karkeriya çandiniya demsalî birîna civakê ye'

Serokê Giştî yê Tarim Orkam-Senê Ahmet Keleş bal kişand ser karkerên çandiniyê yên demsalî ku di nava şert û mercên giran de dixebitin û destnîşan kir ku pirsgirêka karkerên demsalî birîna bingehîn a civakê ye.

Serokê Giştî yê Tarim Orkam-Sen'ê Ahmet Keleş polîtîkaya çandiniyê ya hikumetê rexne kir û zor û zehmetiyên karkerên çandiniyê yên demsalî ji ANF'ê re nirxand.

Keleş destnîşan kir ku karkerên çandiniyê bi taybetî di dema şewbê de li nava şert û mercên gelekî zehmet dixebitin. Keleş bal kişand ser êrişên nijadperestî yên li dijî karkerên Kurd û anî ziman ku sedema êrişan polîtîkayên cihêkar ên desthilatdariyê ye.

Keleş got, "Pirsgirêka karkerên çandiniyê yên demsalî birîna bingehîn a civakê ye" û wiha dewam kir, "Ji malên xwe radibin diçin deverên cuda, lê li wir gelek pirsgirêkên jiyanî derdikevin pêşiya wan... Piraniya van karkeran neçar dimînin ku li binê konan bijîn. Ji bîrên avê avê vedixwin, elektrîk nîne. Dema ku mirov şewbê jî li vê rewşê zêde bike hingî tê dîtin ku di nava şert û mercên gelekî giran de dixebitin."

Keleş têkildarî pêşniyarên Tarim Orkam-Senê yên ji bo çareseriyê wiha axivî: "Li qada xwecihî divê bi taybetî bi cotkaran re bê axaftin, bi hevkarî bê kirin ku ev mirov li cihê xwe bimînin û karê xwe li wir bikin. Eger odeyên endezyarên zîreetê, sendîka bi hev re kar bikin, wê bi ser bikevin."

Keleş êrişên nijadperestî yên li dijî karkerên Kurd nirxand û işaret bi polîtîkaya cihêkariyê ya desthilatdariyê kir, "Nêrîna oryantalîst û modernîst dibe sedema nijadperestî û neteweperestiyê. Lewma li dijî karkerên Kurdan nêrîneke 'terorîst' tê afirandin. Li gel şert û mercên giran ên kar, pirsgirêkeke wiha derdikeve pêşiya karkeran. Maf û derfetê nabînin ku xwe îfade bikin. Bi konsepta şer a li herêmê re qedexekirina çêrgehan dibe sedem ku mirov li warê xwe nikaribin hilberînê bikin. Êrişên nijadperestiyê yên li cihê lê dixebitin rû didin, ji ber polîtîkayên desthilatdariyê ne."