Karê kişandina fîlmê 'Beriya Bendê' dewam dike
Karê kişandina fîlmê bi navê "Von der Sperre (Beriya Bendê) ya ji aliyê Mîtosfîlm û MMC Movîes Koln ve tê çêkirin, qenalên WDR û ARTE yên Elman destekê didinê, li studyoyên MMC ên li Kolnê dewam dike.
Karê kişandina fîlmê bi navê "Von der Sperre (Beriya Bendê) ya ji aliyê Mîtosfîlm û MMC Movîes Koln ve tê çêkirin, qenalên WDR û ARTE yên Elman destekê didinê, li studyoyên MMC ên li Kolnê dewam dike.
Karê kişandina fîlmê derhêner Peter Ott û Mehmet Aktaş ê bi navê "Von der Sperre (Beriya Bendê) ya ji aliyê Mîtosfîlm û MMC Movîes Koln ve tê çêkirin, qenalên WDR û ARTE yên Elman destekê didinê, li studyoyên MMC ên li Kolnê dewam dike. Rawestgeha din a fîlm Başûr û Rojavayê Kurdistanê ye. Karê kişandina dîmenê fîlm wê heta meha Hezîranê bidome.
Di fîlm de qala Doktor Martîna tê kirin, ku dema ji Elmanyayê diçe Rojava, di dema şerê navbera hêzên Kurd û çeteyên DAIŞ'ê de ji aliyê komekê ve dîl tê girtin. Lîstikvana Elman Catrîn Strîebeck a karaktera Martîna dafirîne, da xuyakirin ku ji ber zimanê serdest ê fîlm bi Kurdî û Erebî ye, wê hewl daye van her du zimanan hîn bibe. Çîrokeke din a fîlm a balê dikişîne jî 'Bend' e. Gavek piştî vê bendê cihê çeteyên DAIŞ'ê ye, ku xetere ye.
Derhênerê fîlm Peter Ott û çêker Mehmet Aktaş ji ANF'ê re axivîn.
Derhêner Peter Ott diyar kir, ew gelek caran çûye serdana Başûrê Kurdistanê û got, "Li Kurdistanê gelek tiştan bandor li min kir. Beriya her tiştî sekna wan a bi rûmet, baweriya ji hêza xwe, xêrxwaziya Kurdan, dîrokeke dewlemend a Kurdan û erdnîgariyeke bedew a ji bo kişandina fîlm, bandor li min kir."
Çêkerê fîlm Mehmet Aktaş jî da xuyakirin ku ew du salan li ser êrîşa DAIŞ'ê ya li hemberî Şengalê xebitîn û got, "Di sala 2015'an de me dest bi kişandina fîlmê 'Reşêba' kirin û ev fîlm qedandin. Fîlmê 'Reşêba' ku derhêrê wê Huseyîn Hassan e, fîlmekî li ser komkujiya Şengalê ye. Karê laboratûwarê yê fîlm dewam dike."
Aktaş da zanîn, ew niha li studyoyên MMC Kolnê li ser hatina DAIŞ'ê ya Başûrê Kurdistanê, êrîşên li hemberî Rojava û Şengalê fîlmekî duyemîn dikişînin.
Aktaş ragihand, derhênerê vî fîlmî Peter Ott e û got, "Peter Ott di heman demê de li Akademiya Merz a Stûttgartê perwerdeyê dide. Em vê projeyê ji bo qenalên ARTE û WDR amade dikin. Di fîlm de tê nîşandan, ku doktoreke Elman dema ji bo alîkariyê bide penaberên Kurdên Êzidî diçe Rojava ji aliyê komekê ve tê revandin. Di vî fîlmî de çîroka dîlgirtina Martîna tê vegotin."