Kansera di hucreyên taenia saginata de dikare derbasî mirovan bibe

Di encama lêkolîneke tibî ya li DYA de hat tespîtkirin, ku hucreyên kanserojen ên di parazîteke li rêviyê zirav ê bi navê tenya belav dibin de, derbasî mirovan dibe.

Di encama lêkolîneke tibî ya li DYA de hat tespîtkirin, ku hucreyên kanserojen ên di parazîteke li rêviyê zirav ê bi navê tenya belav dibin de, derbasî mirovan dibe. Tê zanîn ku nexweşiyeke bi vî rengî ya kanserê kêm caran tê dîtin.

Di lêkolîna New England Journal of Medicine de hat tespîtkirin, ku kesekî di sala 2013'an de li Kolombiyayê jiyana xwe ji dest da, ji huncreyên kanserê yên li tenya saginata bi kanserê ketiye. 

Li ser bedena kesê 41 salî yê jiyana xwe ji dest da, piştre lêkolîn hat kirin û hat dîtin ku hucreyên kanserê yên bûn sedema mirina wî, di tenyayan de jî hatine dîtin.

Taneia saginata weke cureyekî zîro tê naskirin ku bi giranî li rêviyên zirav dijî. 

Endamê Navenda Têkoşîna li dijî Nexweşiyan a Amerîka patolojîst Atîs Muhlenbachs ku ev lêkolîn bi rê ve bir anî ziman, ku kêm caran tê dîtin ji tenyayan huncreyên kanserê derbasî mirovan dibe. 

Muhlenbachs da zanîn ku bûyerên bi vî rengî bi giranî di mirovên bi vîrûsa HIV ketine û sîstema bedena wan a berxwedêr qels bûye, tê dîtin.

Tenyayên ku tê texmînkirin li tevahiya cîhanê bi bi dehan mîlyon mirovan ketine, bi taybetî li welatên xizan ên bi pêş dikevin, tên dîtin.