Kampanya Yekrêziya Jinan: Asta têkoşînê ya li dijî dagirkeriyê bilind bikin

Kampanya Yekrêziya Jinan a li dijî Tundutijî û Dagirkeriyê ragihand, dagirkeriya dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê bûye çavkaniya şidet û komkujiyan. Kampanyê daxwaz ji jinan kir ku asta têkoşîna li dijî dagirkeriyê bilindtir bikin.

Piştî saetên nîvro Kampanya Yekrêziya Jinan a li dijî Tundutijî û Dagirkeriyê li ber Baxê Giştî yê Silêmaniyê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Daxuyanî ji aliyê Berdevka Kampanya Yekrêziya Jinan a li dijî Tundutijî û Dagirkeriyê Kejal Ebdulqadir ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Roja 5’ê Hezîranê dewleta Tirk a dagirker bi awayek hovane bêy ku ti sînorek nas bike êrîş bire ser Kampa Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr). Her wiha rojane li Herêmên Parastinê yên Medyayê hemû çekên giran û qedexekirî yên wek kimyayê bikartîne û di encama van êrîşan de gelek cangoriyên rêya azadiyê ji bo parastina xaka Kurdistanê şehîd bûne.”

Di dewama daxuyaniyê de îşaret bi wêrankirina daristananên Kurdistanê jî hat kirin û hat gotin, çawan par dewleta Tirk a dagirker li Efrînê darên zeytûnê dibîrî û talan dikir, niha jî bi hezaran dar li Başûrê Kurdistanê dibire û dibe Tirkiyeyê.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hate diyarkirin dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Herêma Kurdistan û Iraqê bûye çavkaniya sereke ya şidet û komkujiyan û wiha domand; “Ji bo wê divê em jin ji bo rûbirûbûna gendeliyê, nedemokrasiyê, tevayî qeyranan û şideta li ser jinan li dijî hemû dagirkeriyek rabin.

Bi yekrêzî û yekdengiya jinan em hemû hêza xwe bixin yek û bi çalakiyên demokratîk û bi helwest nîşandanê li dijî hemû dagirkeriyek asta têkoşîna jinan bilindtir bikin.”