Kabîleya 15 hezar sal in ji jiyana xwe ya wehşî tawîz nedaye: Sentînelî

Kabîleya deh hezaran sal in li Girava Sentînel a Bakur dijî, ti têkiliyeke xwe bi cîhana derve re nîne. Popularîteya vê kabîleyê ya li ser înternetê zêde dibe.

Kabîleya deh hezaran sal in li Girava Sentînel a Bakur dijî, ti têkiliyeke xwe bi cîhana derve re nîne. Popularîteya vê kabîleyê ya li ser înternetê zêde dibe. Yên ku heta roja îro çûne giravê ya hatine kuştin yan jî bi zorê xwe rizgar kirine.

Tûrîstên xeyalî yên dibêjin wan Sentînel a Bakur dîtine, li ser malpera Google, nota ji bo giravê dane di ser 5'an re 4,4 e. Yanî li gorî qadên din ên tûrîstîk xwedî profîleke serketî ye.

Halbûkî ya ku taybetmendiya  Girava Sentînel a Bakur ew e, ku zêdeyî 15 hezar sal in kabîleyek lê dijî, hejmara wan niha bi qasî 400 e û ev mirov nahêlin kesek xwe nêzî giravê bikin. Kabîleya Sentînelî yên ji Afrîkayê, têkiliya xwe bi gelên li giravên Andamanê dijîn re heye. Lê belê tê texmînkirin ku ev demeke dirêj e dûrî hev dijîn.

LI DIJÎ HER KESÊ DIÇE GIRAVÊ XWE DIPARÊZIN

Girava ku ji aliyê rêveberiyê ve girêdayî Hîndîstanê ye, yek ji giravên Andaman ên li Kendava Bengal e û mezinahiya erdê wê bi qasî 72 kîlometreçarçik e. Masîgirên nêzî giravê dibin, ji aliyê şêniyên giravê Sentîneliyan ve bi rimê tên qewirandin. Tê texmînkirin ku gelek biyaniyên heta roja îro çûna giravê, hatine kuştin.

Her çend hat îdîakirin ku sefîrên Hîndîstanê yên mehên bihurî çûn giravê hatin kuştin û ji aliyê Sentîneliyan ve hatin xwarin jî, tê zanîn ku Sentînelî bi tenê xwe bi masî û kîso xwedî dikin.

PIŞTÎ 30 SALAN XWE GIHAND GIRAVÊ

Heta roja îro bi tenê çend maceraperestan xwe gihandina girava Bakurê Sentînelê. Tê zanîn ku ev yek jî ewçend hêsan nîne. Zanyarê Hîndîstanî Trîlokînath di salên 1960'î de ji bo rojnameya The Independent hewl da biçe giravê, lê belê ancax di sala 1991'ê de xwe gihand vê armanca xwe.

Li gorî çavdêriyên Trîlokînath, gelê Sentînel bi helwesta xwe ya 'êrîşkar' balê dikişîne û hem ew hem jî ekîba wî gelek caran bi kuştinê re rû bi rû mane. Di dîmenên ji bo Documentary Channel hatin kişandin de tê dîtin ku Sentînelî gûza Hîndîstanê û kelûmelê ji zîv werdigirin û goştê berazê hatiye kuştin, li binê axê vedişêrin.

Her çend têkiliya kabîleya Sentînelî bi Trîlokînath û ekîba wî re piştre baş bû jî, helwesta kabîleyê li hemberî kesên din ên xwe nêzî giravê dikin, nerm nebû. Du masîgirên di sala 2006'an de xwe nêzî giravê kirin, ji aliyê Sentîneliyan ve hatin kuştin.

ESLÊ WAN LI BER QEDANDINÊ YE

Lê belê her çend kabîle li girava Sentînel a Bakur di nava rewşeke xwezayî de dijîn jî, eslê wan bi tinebûnê re rû bi rû ye. Komeleya bi navê Sûrvîval Înternatîonal îdîa dike ku Sentîneliyên weke 'civata herî hesas a gerstêrkê' pênase dike, bi temamî îzolebûyîna wan xetere ye. Komele di wê baweriyê de ye ku nexweşiyên grîp û sorik, gefê li jiyana şêniyên giravê dixwin.

Girava Sentînel a Bakur, piştî ku Îngilîzan di sala 1800 de giravên Andamanê xist min mêtîngeriya xwe, neketibû bin bandora şewban. Piştî ku Îngilîz ketibûn giravan, ji ber şewbê endamên din ên Sentîneliyan hemûyan jiyana xwe ji dest dabûn.