Jiyana li Tûşba di nava heriyê de ye

Di hilbijartinên herêmî yên sala 2014'an de Fevzî Ozgokçe yê AKP'yî ji bo Şaredariya Tûşbayê hat hilbijartin. Tevî hemû sozên hatin dayîn jî, Tûşba li gorî 2 salên bihurî hîn bêhtir li paş maye.

Di hilbijartinên herêmî yên sala 2014'an de Fevzî Ozgokçe yê AKP'yî ji bo Şaredariya Tûşbayê hat hilbijartin. Tevî hemû sozên hatin dayîn jî, Tûşba li gorî 2 salên bihurî hîn bêhtir li paş maye.

Piştî ku Wan bû xwedî statuya Bajarê Mezin, Tûşba jî bû navçe. Di hilbijartinên destpêkê yên li vê navçeyê de, gel Fevzî Ozgokçe yê AKP'yî weke şaredar hilbijart. Ozgokçe beriya hilbijartinê soza da ku ew ê ji hezaran kesî ra kar bibîne û bi gelek projeyan derket pêşberî gel. Lê belê di nava 2 salên dawî yên ku Ozgokçe lê wezîfedar e, navçeya Tûşba li gorî berê bêhtir li paş maye.

Bi taybetî, bi mehên zivistanê re pirsgirêk bêhtir xuya bûn. Berf û ava baranê, li taxên navçeyê rê li ber gol û derya heriyê vekirin. Ji ber ve heriyê, navçe dişibe gundan. Şêniyên navçeyê dibêjin, ku havînê ji ber çopa nayê komkirin ji bêhna genî ew nikarin îdare bikin, zivistanê jî ji ber heriyê em nikarin debara xwe bikin. Taxên Stasyon, Şemsıbey û Akkopru yên Tûşbayê bi taybetî di mehên zivistanê de bi pirsgirêkên giran re rû bi rû tên. Şêniyên taxan gazinan dikin, ku şaredarî ti xizmetê nade van taxan.

Şêniyên taxa Stasyopnê diyar kirin ku Şaredariya Tûşbayê du sal in ti xizmet nedaye taxa wan û anî ziman ku ji ber kortik û xeriya kolanên wan, jiyana wan herimiye.

Şêniyan gotin, "Pêşiya mala me herimiye. Ji ber heriyê em nikarin derkevin derve. Li ser rêyan heta çonga mirovan herî heye. Bi taybetî gava baran dibare, gelek herî çêdibe. Dive karê Şaredariyê ne bi vî rengî be. Eger tu xizmetê nade welatiyan, hingî ti wateya xwe nîne ku tu li ser wê wezîfeyê ye. Ev du sal in em vê rezîltiyê dikişînin. Niha zivistan e. Rê wê bi vî rengî bimîne. Di mehên havînê de jî wê rewş bi vî rengî be. Eger Şaredarî asfaltê li van kolanan nake jî qet nebe bila bixuşkan li vê derê raxîne, ku herî nebe. Lê vê jî nake. Rêyên taxa me niha dişibin rêyên gundan."

Li ser mijarê me xwestin bi rayedarên şaredariyê re hevdîtinê bikin, lê kes neaxivî û îdîa kirin ku xizmetên wan ên ji bo gel bênavber dewam dikin.

...