BI DÎMEN

Jinên Mexmûrî: Dengê xwe bidin wan kesan ku karibin Kurdistanê biparêzin

Jinên Wargeha Penaberan ên Mexmûrê têkildarî hilbijartinên li Başûrê Kurdistanê ev bang kirin: "Kijan partî û kes ji bo gelê Başûr başe û dikare xaka Kurdistanê û mafê kesên hejar biparêze, divê dengê xwe bidin wan."

Wê xelkê Herêma Kurdistanê di 20’ê Cotmehê ji bo hilbijartina dema 6’an a Parlamenta Herêma Kurdistanê dengê xwe bi kar bîne. Gelek partî û hevpeymanên Başûrê Kurdistanê ji bo bidestxistina 100 kursiyên di Parlamenta Herêma Kurdistanê de, di nava hevrikiyekê de ne. Têkildarî vê mijarê, Jinên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji ANF'ê re axivîn.

‘AXÊ BIPARÊZE Û DAGIRKERAN JI KURDISTANÊ DERBIXE’

Zelîxa Şirnexî di destpêka axaftina xwe de bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir ku destê xwe danin ser wijdana xwe û wisa dengê xwe bikar bîne û wiha got: “Pêwîste gelê me yê Başûrê Kurdistanê dengê xwe bide wan kesan ê ku bikaribe axê biparêze û dagirkeran ji Kurdistanê derbixe. Kesên tên hilbijatin jî, divê di Başûrê Kurdistanê de xwedî li mafê jinan derbikevin. Ji ber ku her roj li Başûrê Kurdistanê bi dehan jin tên kuştin û bi tundiyê re rû bi rû dimînin. Gelê Başûr jî xwedî şehîd û kedek mezine, pêwîste li keda şehîdên xwe bibin xwedî û wisa berê xwe bidin ser sindoqên dengdanê. Êdî li Başûrê Kurdistanê kes nikare du gotin bike. Kesên doza ax û mafê xwe dike, tên girtin û êşkence lê tê kirin. Silêman Ehmed ev demek dirêje bê suc di girtigehên Başûrê Kurdistanê de tê girtin. Ev yek jî sedemê xwe ji asteng kirina azadiya nêrînên kesan digire. Bi dehan hevalên Silêman Ehmed ên ku karekî ji bo civaka xwe dikin, niha di girtîgehên Başûrê Kurdistanên de ne. Ciwanên Başûrê Kurdistanê ji ber bê derfetî û nebûyîna jiyanek aram, berê xwe didin Ewropa û di rê de jiyana xwe ji dest didin.”

‘SERKETIN A GELÊ AZADÎXWAZ E’

Zelîxa Şirnexî di dawiya gotinên xwe de da xuyakirin ku gelê Başûrê Kurdistanê dikare di vê hilbijartinê de li xaka xwe bibe xwedî û got: “Axa Başûrê Kurdistanê hemû hatiye dagirkirin û firotin, gundên Başûrê Kurdistanê hatin şewitandin û ji dewleta Tirk re hatin valakirin. Pêwîste kesên tên hilbijartin li gelê Başûr, malbatên şehîdan û zarokên Başûrê Kurdistanê xwedî derbikevin. Xwedê mafê me ji kesên ku bi xiyanetê zarokên me kirin qurbanî xwe re nehêle. Xayîn û xwefiroş çi dikin bila bikin, wê serkeftin a gelê azadîxwaz be.”

Taybet Mijînî jî destnîşan kir ku gelê Başûrê Kurdistanê êdî divê rastiya li Başûrê Kurdistanê tê jiyankirin bibîne û li gorî wê dengê xwe bikarbîne û wiha peyivî: “20’ê mehê hilbijartina Başûrê Kurdistanê ye. Hilbijartin mafekî rawa yê her kesekî ye ku dikare azad dengê xwe bikar bîne. Gelê me yê Başûrê Kurdistanê bi xwe jî bi gelek zoriyan re rû bi rû mane, hatine qetilkirin û li her çar aliyê Kurdistanê jî penaber bûne. Ev êş ji nêz ve jiyan kirine. Divê êdî çavên xwe vekin û pêşiya xwe bibînin ku îro kî wê çawan mafê wan bi parêze? Kijan partî û kes ji bo wan başe wê bikaribe xaka Kurdistanê, mafê wan û kesên hejar biparêze divê dengê xwe bidin wan. Bi taybetî jî dayîk û jin divê li jinan xwedî derbikevin. Bila êdî li Başûrê Kurdistanê jin û zarok neyên qetilkirin, bila xaka Kurdistanê neyê dagirkirin.”

Taybet Mijînî gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Ez bang li gelê Başûrê Kurdistanê bi taybetî li jinan dikim ku giştî berê xwe bidin ser sindoqên dengdanê û dengê xwe bikar bînin. Divê bizanibin kesên ku di parlamentoyê de wê bikaribin doza mafê jinan û axa Kurdistanên bi parêzin, dengê xwe bidin wan.”