Ji zîndanê ber bi çiyê ve: Çîroka reva girtiyên PKK'yî

Em bi van her sê gerîlayan re li ser rêwîtiya wan a ji Çewlikê destpê kir, li Amedê dewam kir û li çiyayên azad ên Kurdistanê qediya, axivîn. Ku ev meşa ber bi azadiyê ve dikare bibe mijarek ji fîlman re.

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, ji bo şikandina vîna siyasî ya şoreşgeran, ji bo tinekirina keyasetiyên wan en polîtîk û rizandina aliyên wan ên însanî, zîndan her tim weke navendên şerê taybet û îşkencexaneyan hatine bikaranîn. Berxwedana dîrokî ya şoreşgeran a li dijî van polîtîkayên zîndanê yên rejîma şerê taybet a Tirkiyeyê, ev cih veguherand qadeke têkoşînê. Ev berxwedan û helwest, çîrokên li ser vê bingehê derketin holê, bûn çavkaniya hêza têkoşînê ya civakê.

Tevî berxwedana şoreşgeran a bi vîna qewîn, hewldanên reva ji zîndanê jî weke çîrokên dildariya jiyana azad derketin holê. Hin ji van hewldanan bi ser ketin, hin jî neçûn serî. Lê hemû bûn mînakên şênber ên vîn û daxwaza azadiyê.

Hewldana fîrarê ya 24'ê Îlona sala 2013'an jî yek ji van e, ku 19 girtî ji Girtîgeha Çewlikê reviyan. Tevî nebûna derfetan, zor û zehmetiyên giran jî, vê hewldana fîrarê ya ber bi azadiyê ve, bi mehan dewam kir. Lê belê ji ber bûyerên bêşensiyê bi ser neket. 3 kesên piştî hewldana Çewlikê sewqî zîndana Amedê hatin kirin, tevî 3 hevalên xwe, vê carê bi hewldaneke bêhempa di 5'ê Adara 2016'an de ji zîndana Amedê reviyan. Ev serpêhatiya fîrarê li çiyayên azad ên Kurdistanê qediya û veguherî çîrokeke serketî. Devrîm KAVAK, Diyar KAYDÛ û Osman KILIÇ, ku piştî girtina li Çewlikê ji zîndana Amedê kêlî bi kêlî çîroka fîrarê afirandin, li çiyayên azad ên Kurdistanê ji me re axivî. Em bi van her sê gerîlayan re li ser rêwîtiya wan a ji Çewlikê destpê kir, li Amedê dewam kir û li çiyayên azad ên Kurdistanê qediya, axivîn. Ku ev meşa ber bi azadiyê ve dikare bibe mijarek ji fîlman re. 

Em we ewilî nas bikin..

Diyar KAYDÛ: Navê min Diyar Kaydû ye. Di sala 2009'an de tevlî nava refên gerîla bûm. Li Garzanê tevlî bûm. Di sala 2010'an de hatim girtin û dîl ketim destê dewleta Tirk. Li girtîgehên Amed, Çewlik, Wanê mam. Piştî Wanê min careke din şandin Amedê.

Devrîm KAVAK: Navê min Devrîm Kavak e. Ez jî di sala 2003'an de tevlî bûm. Heta payîza 2008'an li nava refên gerîla bûm. Piştî payîzê, tevî sê hevalên xwe ji bo erka xwe bi cih bînin, em ji baregehên xwe derketin derve. Di Adara 2009'an de em li Stenbolê hatin girtin. Bi dorê li girtîgehên Metrîs, Tekîrdag, Amed, Çewlik, Wan û dîsa Amedê mam.

Osman Kiliç: Navê min Osman Kiliç e. Di sala 2004'an de tevlî nava refên gerîla bûm. Di sala 2008'an de tevî hevalê devrîm û hevalekî din em çûn Stenbolê. Li vê derê em bi hev re hatin girtin. Li girtîgehên Metrîs, Tekîrdag, Amed, Çewlik, Wan û dîsa li Amedê mam.

Em ji Çewlikê destpê bikin. Hûn her sê li Çewlikê bi hev re bûn? Piştre tevî gelek hevalên xwe hûn ji girtîgeha Çewlikê reviyan. Beriya her tiştî nêrîna revê bi çi rengî ket hişê we? We ev nêrîn bi hev re çawa parve kirin?

Devrîm KAVAK: Kî bikeve zîndanê, her tim xeyala revê dike. Lê belê di pratîkê de her tim derfet bi destê mirovan nakeve. Em jî nû hatibûn girtin. Em timî di nava lêgerînekê de bûn. Her hevalek di heman astê de xwedî heman xeyalê ne. Em timî difikirîn, gelo di çûyîna nexweşxaneyê, çûyîna girtîgehê de wê firsend hebe yan na. Mînak; dema em ji Tekîrdagê dihatin Amedê timî di bîra me de bû; gelo rewşeke awarte çêbibe û em derkevin. Gelo dibe ku qezayeke trafîkê rû bide? Bêguman ev hemû heta wextekê tenê xeyal bûn.

Yek ji sedemên daxwaza fîrarê jî, cezakirina bi cezayê girtina heta bi hetayê ye. Bawerim li we hersêyan jî cezayê îdamê hatibû birîn?

Diyar KAYDÛ: Rast e, lê ne tenê ew e. Bandora wê jî heye. Muebbet an jî cezayê girankirî bandorê dike. Fîrar hêviya her kesî ye ku careke din berê xwe bide çiyê.

We ev yek çawa bi hev re parve kriin? We çawa destpê kirin?

Osman KILIÇ: Dema em çûn Çewlikê, beriya me 3 hevalan li ser nîqaş kiribûn. Lê belê tenê nîqaş hatibû kirin û ev nîqaş jî hatibû qedandin. Em çûn, destpêka sala 2012'an bû. Piştî ku çend meh derbas bûn, ev nîqaş ji nû ve hat kirin. Çend heval hatin tespîtkirin, li odeyan hatin bicihkirin. Ji xwe pêvajo jî pêvajoya şerê şoreşger ê gel bû. Li derve berxwedaneke xurt hebû. Em jî li ser fikirîn bê çawa dikarin tevkariyê li vê pêvajoyê bikin. Lêgerîn û xeyala her girtî ye, ku derkeve derve. Lê hemû heval li ser wê difikirî ku dikarin bi çi rengî tevlî pêvajoya li derve bibe.

Yanî rewşa li derve jî bandor li reva we kir?

Bêguman, yanî ev yek xala bingehîn bû. Hevalên derketibûna derve diviyabû ji hevalên ku dikarin li derve bi wezîfeyekê rabe, bi berpirsyariyê rabin. Heval hema ji ber xwe ve nehatin hilbijartin. Ev kar ji texmînên me dirêjtir dewam kir. Di encama sewqê de hevalên li wir guherîn. 

Plan çi bû? Biryara kolandina tunelê çawa hat dayîn?

Plan, kolandina tunelê bû. Nedihat zanîn ku tunel wê ewqasî dirêj dewam bike. Li gorî agahiyên destpêkê, girtîgeh ji korîdorên teng û vala pêk tê, bû. Bawerim personelekî bêhemdî ev bilêv kiribû. Em çûn, me lêkolîn kir, lê ev agahî ne rast bû. Ji ser dîwêr û li ser banê gelekî zehmet dihat dîtin. Piştre me biryar dan bi rêya tunelê birevin. Me destpê kir. Kolandinê jî demekê dewam kir.

DU MEHAN BI KÊREKE KO...

We ji ku destpê kirin, hûn çawa hatin gel hev? We di nava xwe de kar parve dikirin?

Devrîm KAVAK: Ya rast divê hevalê Osman bersiva vê pirsê bide. Li Çewlikê beriya me hemûyan ew tevlî pêvajoya nîqaşê û kolandina tunelê bû. Piştre hat em tevlî kir. Bêguman ewilî em jî çûbûn cem hevalan û me ji wan re gotibûn ku em li tiştekî bi vî rengî difikirin. Wan jî ji me pirsîn; çend heval hene, hûn amade ne yan na... Bi kurtasî li ber destê me tiştek tine bû. Ji bo demeke kurt me bi wan re nîqaş kir û me wê çaxê jî gotin; 'çi dibe bila bibe em ê ji binê vî barî rabin'. Ji ber hêviyek bû û diviyabû ev hêvî pêk bihata. Heval jî piştre li me vegeriyan û gotin, kom amade ye û divê em jî tevlî bibin. Odeya xebatê ya destpêkê û ekîba wê li odeya şeşemîn destpê kir.

Wê çaxê em ji hevalê Osman bipirsin, ewilî çawa û ji ku destpê kirin...

Osman KILIÇ: Weke cih, me ji mutbexê destpê kirin. Me goşeya ku sarinc lê zexm bi cih bûye, tespît kirin. Li wê derê zemîn beton bû û li binê wê jî tebeqeyek hebû. Lê di destê me de tiştekî pê bikolin tine bû. Bi tenê kêreke mirov pê fêkî diqeşêre û şûşin hebûn. Me yê bi wan beton bibiriya..

Yanî we yê di destpêkê de ji betonê li binê sarincê deriyek vekiriba. Ji bo vê jî bi tenê kêrek biçûk hebû...

Erê. Kêra ji bo fêkiyan jî ko dikin û piştre didin mehkûman. Yanî kêrek tûj nebû. Me bi wê beton dixeritan û bi vî rengî toz radibû. Ji xwe toza jê derdiket jî kefa destê me jî danedigirt. Şev û roj bi rengekî vardiya, rojê 24 saetan em bênavber dixebitîn. Em 8 heval bûn û di her vardiyayê de du heval dixebitîn. Di dema xeritandinê de mirov hem difikirî gelo ev pêkane yan na, hem jî mirov pê dikeniyan. Bi kêra ko em ê çawa karibin beton bibirin? Di dawiya dawî de me li aliyekî bi qasî du tiliyan qalin, li aliyê din jî bi qasî sê tiliyan qalin, devikek jê kir. 

Çend rojan dewam kir? 

Birîna vî devikî du mehan dewam kir. Qulik jî teng bû, her heval tê re nediçûn. Bi giranî hevalên zirav û bejn kurt diketin hundir û dixebitîn. Vekirina vî devikî (qapax) du mehan dewam kir. Hevalên li qatê jorê hê bi temamî tevlî kar nebûbûn. Di nava wan de hin hevalên ku dikarîbûn bên tevlîkirin hebûn, her wiha hin hevalên divê ji odeyên din re bên şandin jî hebûn. Lewma diviyabû hem rêveberiya girtîgehê pê nehese, hem jî deng dernexînin.

Ji aliyekî ve fikareke we ya bi vî rengî heye; ne tenê ji rêveberiya girtîgehê, we hewl didan vî karê xwe ji girtiyên din ên tevlî vî karî nebûne, veşêrin...

Yanî hem ji aliyekî ve diviyabû me nîşanî derve bidan ku em xebatên mîna perwerdeyê didomînin, hem jî tevî hemû zor û zehmetiyan vî karî ji mehkûmên din ên tevlî vî karî nebûne, veşêrin.

DI NAVBERA DU ODEYAN DE ME DERBASOKEK ÇÊKIR

Hûn dikarin qala jiyana xwe ya rojane ya di dema meşandina vî karî de bikin...

Diyar KAYDÛ: Aliyê ku zêde me guhê xwe didayê û bala me li ser bû, ewlekarî bû. Mînak; em bi şev dixebitîn. Du vardiya bûn. Ji saet 20:00 heta 24:00, ji saet 24:00 heta 04:00. Zivistanê zû tarî dibe, me jî êvarê zû destpê dikir. Hevalê derdiket, yekser diket banyoyê. Ji ber ku demsal zivistan bû û ava kanalîzasyonê jî carna diherikî nav, tunel timî tijî herî bû. Hevalê jê derdiket, di nava heriyê de derdiket. Gelekî mala me li ser paqijiya wir bû. Bi hesasî nêzî paqijiya mutbexê dibû. Hevalê derdiket, yekser diçû banyo, xwe paqij dikir û kincên xwe dişuşt. Me kincên xwe jî li derve ranedixist. Normal dema li girtîgehê kinc tên şuştin, li hewşê tê raxistin. Me davêt ser kalorîfera mutbexê. Ji ber ku kinc diqetiya. Tu bi şev dixebite, bi roj jî pêwîstiyê bi isrehetê dibîne. Hevalên di vardiya dawî de dixebitîn, bi giranî radizan. Lê carna çûn û hatin çêdibû. Carna rewşeke bi vî rengî jî rû dida; tu bi şev dixebite, betiliye, li derve jî hevalên haya wan ji vî karî nîne heye, yan jî ji bo dijmin jê nekeve gumanan tu serê sibehê radibe derdikeve tûrnûvayê. Me bi gogê dilîst an jî bi wî halê xwe tevlî sohbetê dibûn. Jiyana me ya rojane bi vî rengî bû. Spreyên odeyê hebû, ji bo bêhna axê ji odeyê neyê me timî ew yan jî parfum li odeyê dixist. Me li xwe jî dixist, ji ber ku bêhna axê diket bedena me. Bi rojê me devik digirt. Wekî din bi taybetî di dema havînê de, ji ber ku germ bû bêhn derdiket derve. Ji bo bi wê bêhnê nehesin, me bi giranî parfum bi kar danînin.

Di karê tunelê de ya herî zêde mirov meraq dike, ax e. We axa ji tunelê derdixst, çi pê dikir?

Devrîm KAVAK: Dema nîqaş li ser destpêkirina tunelekê tê kirin, ya herî girîng ax e, ku divê mirov çi bi axê bikin. Ji ber, eger hûn karibin axê binixumînin, veşêrin an jî ji holê rakin, hingî hûn dikarin bi hêsanî bi pêş ve biçin. Karê me yê tunelê li odeya şeşemîn destpê kiribû. Piştî wextekê hejmara mirovan têra vî karî nedikir. Ji ber ku mirov nikarîbûn hemû hevalên dixebitin bixin odeyekê. Wekî din yên li zîndanê rêxistinbûyî ne, xebatên xwe yên perwerdeyê, berxwedanê û hwd. hene. Beriya her tiştî diviyabû bihatina wezîfedarkirin. Yanî odeyeke bi tena serê xwe nikare tunelê bikole. Lewma diviyabû odeya duyemîn bihata vekirin. Me odeya pêncemîn piştre amade kir. Piştî meha şeşan me odeya pêncemîn amade kir. Me neqla hevalên wê bixebitin kirin. Me kesên ku wê nexebitin û divê haya wan jê nebe, şandin odeyeke din. Piştre me devikekî din jî vekir ku mirov karibin bên teqwiyekirin.

We korîdoreke din vekir?

Rast e, qatê pêncemîn, jorê odeya şeşemîn e. Ji ber ku li jorê ye, di navbera me de blokeke beton heye. Me ew qul kir. Qulkirina wê jî têra xwe zehmet bû. Lê bi vî rengî me di navbera odeyên 5 û 6'an de deriyek vekir. Bêguman vê jî têrê nedikir. Diviyabû me xwe bigihanda banê. Ji ber ku li gorî plansaziyê wê ax derxistibûna banê.

EV KAR TEMAM E

We ax derxist banê?

Belê me derxist ser banê avahiyê. Têkildarî wê jî nîqaş hebûn, ku em ê ji ku ve bibin. Di destpêkê de nîqaş hat kirin ku banê tiwalet û banyoyê bê qulkirin. Lê ev gelekî zehmet bû. Me carekê ceriband. Ji odeya me ber bi banê ve tiştekî mîna derî hebû. Em di wî devikî re çûn banê, hinekî li wir geriyan. Me dît ku li pêşberî odeya pêncemîn odeya 13. heye, li pêşberî wê jî odeyeke din heye. Li wan jî devikên biçûk hebûn. Lê devikên odeyên din gelekî biçûk bûn. Ya me gelekî mezin bû. Her wiha bi qasî du sed kîlo xîz û bixuşk lê bicih kiribûn û lihêm kiribûn. Yanî çar aliyên wê lihêm kiribûn. Beriya her tiştî diviyabû em ji vir derbas bibûına. Wekî din kilîd jî li ser hebû. Lazim bû ev hemû bihatina vekirin. Demeke dirêj me zor dayê û devik vekir. Kilîda dawî jî me teqand. Me çiqasî zor didayê jî devik venedibû. Bi rêya taqoz me xwe hinekî bilind kir û bi tenê destek diket navberê. Piştî ku me destê xwe di nav re derbas kir, fêhm kir ku kîs li jorê hene. Me ew kîs qul kir û dît ku tê de xîz û bixuşk hene. Bi rêya taqoz me zor didayê, lê li zîndanê taqozekî mezin û xurt tine bû. Malzeme jî tine bû. Hevalekî me bi navê Şeref hebû, bi rastî jî hevalekî gelekî xurt bû. Got, 'eger ez zorê bidimê, ez ê karibim rakim'. Bi rastî jî welê bû û devikekî ji du sed kîloyî rakir. Dema me lehima destpêkê teqand, devik hinekî vebû. Ji ber ku me hinekî zor dayê, hesinê li wir hinekî xwar bû. Tiştekî balkêş derket holê. Bi qasî tayekî por qelişî û ji wê derê şewqa hevyê dida hundir. Dema me şewqa heyvê dît, hevalek ewçend kêfxweş bû, ku wê bûyerê qet ji bîr nakim. Wî hevalî got, 'ev kar temam e'. Me jî jê re got, 'ku dera wê temame heval, me hê devikek jî venekirine'. Wî hevalê got, 'na heval, me ronahî dît, dijmin niha were me li ser vî karî zevt bike jî, ev kar ji bo min êdî temam e. Me ronahî dît û ev kar wê biqede'. Mîna zarokekî kêfxweş û bi coş bû. Mirovekî bi emir bû, bi qasî 16-17 salan li girtîgehê bû. Lê dema me ew coşa wî dît, ev yek ji bo me bû moraleke mezin.

We ax ji odeya şeşemîn birin odeya pêncemîn, ji wir jî derxistin banê?

Belê. Banê avahiyê gelekî teng bû, mirov nikarîbûn zêde lê tevbigerin. Li hin cihan diviyabû em xwe daqûl bikin, li hin cihan jî bi çarpiyan biçin. Îzocam avêtibûn ser zemînê banê. Dema em ewilî derketin jorê, me ax ji qoziyekê bi yek rêzê direşand. Îzocam jî me davêt ser axê. Me digot, eger rojekê biçin li banê binêrin, bila tiştekî ewçend mezin li ber çavê wan nekeve. Me hewl dan bi rengekî wekhev li her cihî belav bikin, ku mirovekî dema dît, pê nehese. Bi vê rêbazê me ser banê hemû girtîgehê, ser banê îdareyê, korîdorên odeyên me, yên hevalên me lê nînin, yên edlî û hîzbûllahiyan jî, bi kîsên ji axê dagirt. Hema bêjin bi qasî n3ıvê girtîgehê me ax derxist.

ME GIRTÎGEH SER Û BIN KIR

We girtîgeh ser û bin kirin... Ji bo zexmkirina tunelê we çi dikir?

(Dikene) Belê, piştî ku ev kar bi pêş ve çû, êdî pêwîstî bi textên qalin hebû. Ji ber ku xeterî hebû ku tunel hilweşe. Em êdî di nava axê de bi pêş ve diçin. Ji bo tunel hilneweşe, projeyek ji bo anîna textên qalin hat çêkirin. Me kalas ji banê dadixist. Dema me ev dikir jî, ewilî me ji cihê herî dûr danî. Mînak li jora mutbexê. Me ji cihê bi giranî îdare û gartiyan timî lê bûn, danîn.

Yanî hûn li ser odeyên gardiyanan, odeyên rêveberiya girtîgehê digeriyan...

Belê, cihê em jê derdiketin banê, li ser tevahiya girtîgehê digeriya. Li ser vê yekê em li ser banê girtîgehê digeriyan. Pêwîstiya me bi çi hebû, me ji wir peyda dikir. Ji cihên herî dûr, ji cihê ku ew zêde pê nehesin me jê dikir û dadixist jêrê. Me bi rêya birxwekê ev kalas dibirîn. Ji ber vê yekê, piştî ku em derketin, di dema lêpirsînê de dema dijmin ax nedît, ji hevalê Baran pirsî. Hevalê Baran jî henekê xwe bi wan kir û ji wan re got, 'me girtîgeh ser û bin kir. Me jor kir jêr, jêr jî kir jorê girtîgehê.'

Di nava vê demê de we ti carî ji xwe re gotin 'êdî ev kar nabe'? Qet hêviya we şikest?

Osman KILIÇ: Ti carî hêviya me neşikest. Lê car carna em diketin nava kelecanê. Carekê gardiyanek hat. Ji nava odeyê derbasî hewşê bû. Wê maseyeke kevn derxistibûya derve. Dema li nava odeyê sohbet dikir, ji nişka ve bala wî çû banê. Hevalekî got, dibe ku gardiyan devik dîtiye. Ji ber ku aliyekî devik xêzikî bû. Piştî ku ew gardiyan çû, wî hevalî ji min re got, 'ji sedî sed dîtiye'. Me tetbîqat kir. Ew gardiyan li ku sekinî bû, çawa lê nihêrî... Bi vî rengî me hewl da fêhm bikin bê dîtiye yan na. Em gihîştin wê baweriyê ku gardiyan ji sedî sed nedîtiye. Lê dîsa jî em sekinînin û me got, eger piştî çend deqeyan bavêjin ser odeyê, hingî dîtiye. Yanî car carna kêliyên bi vî rengî rû dida. Carna personel çûn banê. Ji ber pirsgirêkên projektor an jî elektrîkê... Em çiqasî bi hesasî tevdigeriyan jî, lê îzocam bû, dema mirov li ser digere dibe ku ax û bixuşk li ser ma be. Wekî din car carna di dema kolandina tunelê de oksîjen diqediya, carna jî me berê kolandina tunelê şaş dikir. Wê demê em hinekî tengav dibûn. Yanî nêrîna her hevalî dihat girtin, biryar dihat standin, plan ji nû ve dihat nirxandin. Astengiyên bi wî rengî derdiketin.

TUNELA HERÎ DIRÊJ

Ji destpêkê heta dawiyê, beşa herî zehmet a vî karî çi bû?

Ji aliyê fîzîkî ve oksîjen pirsgirêk bû. Ji ber ku me bi pênc şeş metreyan xwe berda bûn binê erdê. Li wir oksîjen qetiya. Em hinekî bi pêş ve çûn. Jorê me mîna axê bû. Me ew der jî baş venekir û lê temaşe nekir. Em hinekî din berjor çûn û me gêrîk dîtin. Eger heywan lê hebin, wê çaxê pirsgirêka oksîjenê jî nîne. Bêguman hem di destpêka amadekirinê hem jî di meşandina kar de derfetên me tine bû ku em ji teknîkê û teknolojiyê sûdê werbigirin. Bi derfetên li ber destan em bi pêş ve diçûn. Ev jî dibû sedem ku em carna ji rêya xwe şaş bibin. Em ber bi aliyê şaş ve diçûn. Me pisûla anîn û me lê nihêrî ku em di rêya şaş de ne. Lê me ewqasî ji xwe bawer dikir ku em di rêya rast de ne, me digot pisûla xerabe ye. Ji ber vê yekê sed metre hat kolandin û piştre hat dagirtin. Li gorî nûçeyên rojnameyan bi giştî 61 metre hatiye kolandin, ku ev yek jî tê wê wateyê, di dîroka dewleta Komara Tirkyeyê de tunela herî dirêj e.

Di vê demê de, gelo kes ji hevalên we yên li girtîgehê bi kolandina tunelê nehesiyan?

Diyar KAYDÛ: Bêguman pê hesiyan e. Hevalên li Çewlikê, hikumxwar bûn. Beriya koma me biçe wê derê, di nava hevalên li Çewlikê de yê herî nû, 17 salan li girtîgehê bû. Bi qasî sed sed û pêncî heval hebûn. 40-50 heval ên kevn e. Di nava van de herî kêm 10 hevalan berê tunel kolandine. Di vî warî de bi tecrûbe bûn. Dizanin ku hevalekî tunelê dikole bi çi rengî tevdigere, rewşa wî ya fîzîkî çawa ye. Hevalên xwedî tecrûbe, zû pê dihesin. Hevalên ku haya wan ji vî karî tinebûn jî, hebûn. Beriya tevlî karê tunelê bibim, li odeya lê dimam hevalek du hevalên berê tunel kolandibûn, hebûn. Lê haya wan ji karê me tinebû. Mînak; hevalek li wir hebû, hevalekî berê di karê tunelê de bû. Dema ez diçim cem wî min destên xwe timî bi lepik dinixumand. Bi lepik digeriyam. Ji ber ku di dema kolandinê de carna destê mirovan li keviran dikeve, birîn lê der dibin. Me bi vî rengî vedişart. Di vî warî de me gelekî zehmetî kişand. 

Ew kêliya ku di dawiya tunelê de we ronahî dît, tê bîra we?

Di karê dawî yê tunelê de ez hebûm. Di wê mijara dîtina ronahiyê de ez bi xwe dixebitîm. Ji xwe roja Yekşemê bû. 21'ê Îlonê bû. Meha 18'an a kolandina tunelê bû. Êdî dawî lê hatibû. Di deh rojên dawî de ji xwe piraniya hevalan nexweş bûn. Di kolandina tunelê de em 3-4 hevalên li pêş bûn. Piraniya van hevalan nexweş bûn. Em hevalek du heval li ser piyan bûn, dixebitîn. Rewşeke westiyayî hebû. Wekî din em gihîştibûn dawiyê, fikar hebûn, fikara sirgûnê hebû, fikara hilweşîna tunelê hebû. Deh panzdeh metreyê dawî çirav bû. Di deh metreyên dawî de me êdî şîş jî bi kar neanî. Ax gelekî nerm bû û me bi destan dikola. Vê yekê di heman demê de rê li ber fikaran vedikir. Di roja dawî de me dizanîbû ku êdî tunel diqede. Beriya biqede me devikekî biçûk vekir û lê nihêrî. Posta destpêkê ya sibehê bû. Ji xwe di sê çar mehên dawî de em bi şev û bi roj dixebitîn. Dema me firsend didît bi roj jî dixebitîn. Di vardiya sibehê de stûwane (sîlîndîr) û makîneya kar dihat xebitandin. Em jî ketin nava fikarê ku ev li tunelê digerin.

DAR, HEWŞ Û DENGÊ ÇÛKAN

We ji tunelê deng dibihîstin...

Belê, hem deng dihat qewîşa em lê diman hem jî dihat tunelê. Di nava tunelê de deng zêdetir dihat. Hevalên di tunelê de bûn, ji wan hebû ku li tunelê digerin. Carna deng ewqasî zêde dibe, heval dibêjin, vane tunel dîtine û bi kepçeyê li tunelê didin. Saet 11:00 bû. Heval bi rengekî panîkbûyî hatin. Me ji wan pirsîn bê çi bûye? Wan jî gotin, 'dijmin tunel dîtiye, bi kepçeyê li devê tunelê digere'. Me jî got, tiştek bi tunelê nebûye, eger dîtibûna wê dijmin êrîş bikira. Ji xwe ez ê piştre biçûma. Ez çûm bi qasî du sê saetan li pêş xebitîm. Herî dawî du kevir hebûn. Min şîş xist navbera di navbera her du keviran re rakir û hinekî tev da. Piştre ronahiyê da hundirê tunelê. Min jî ampûl vemirand. Di destpêkê de hinekî ketim nava panîkê. Ya ku min li wir ewilî dît, darek bû, hewşek bû. Dengê çûkên xwe li ser darê danîbûn, dihat min. Min jî hingî got, temam e. Heval ketibûn nava fikaran, digotin dibe ku kifş bûye, yan jî wê bi ser me ve biruxe. Lê hesta ku bi min re peyda bû ev bû. Yanî min êdî baweriya xwe pê anî ku azadî hatiye.

SIRGÛN!

Piştî wê çi qewimî? Tunel qediya, hûn plan dikin ku derkevin û xwe bigihînin qadên gerîla. Hûn çawa derketin, çi bû?

Devrîm KAVAK: Piraniya hevalan bi heyecan bûn. Ji ber wê heyecanê digotin, em hema derkevin, birevin. Ew coş timî hebû. Di du metreyên dawî de jî heman kelecan bi hevalan re hebû. Digotin, em derkevin. Em hinekî din bi pêş ve çûn, heta me têl derbas kir. Êdî ev qediya, em gihîştin qonaxa dawî. Diviyabû heval bihatina wezîfedarkirin. Hejmara hevalên me yên amade 18 bû. Bi şertê ku du ode bin. Lê belê hin hevalên me hebûn ku haya wan ji vî karî hebû, lê ne li her du odeyan bûn. Diviyabû ewilî ev heval bihatina anîn. Her wiha diviyabû plana dawî bihata kirin. Diviyabû navbeynkar, têkilî, randevû hwd. bihatina amdekirin. Em dîsa li hev civiyan, me nîqaş kir û biryar stand. Me 3 kom çêkir. Ji bo her komekê jî me hevalek weke fermandar wezîfedar kir, ku di rewşeke gengaz de biryarê bide bê çawa tevbigerin. Fermandarên her komê hatin diyarkirin û nexşerê hatin destnîşankirin. Me rêza hevalên ji tunelê derkevin jî çêkir. Ji yê destpêkê heta yê 18. hemû rêza hemû hevalan hat diyarkirin. Yên di rêzên destpêkê de cih digirtin, hevalên ji gerîla hatibûn. Ji xwe me ewilî du heval şandin. Bawerim saet neh, neh û nîv bû. Me du heval şandin. Ew çûn, devik sist kirin. Ji ber ku hin hevalan qulik dîtibûn. Ew çûn ji bo em karibin hemû tê re derbas bibin, vekirin. Li gorî hesaba hat kirin, diviyabû em derbasî hewşa li pêşber bibin. Bexçeyê li pêşber bi çît e, eger em derbasî wir bibin hingî pirsgirêka me ya dîtinê namîne. Ji bo vê jî me çarşef amade kir. Me çarşefekî spî vekir, dûre di nav heriyê de dakir. Me li qiraxê vê çarşefê jî bêrîk çêkir. Ji ber ku payîzê li Çewlikê gelekî ba heye. Me yê kevir bixista van bêrîkan û wê bi vî rengî giraniye çêbibûya. Heval wê aliyekî vê çarşefê bi dîrekên têlan ve bikira, aliyê din jî li cihekî bexçe ve daliqanda. Em jî di binê vê çarşefê re derbasî aliyê çîtan bibûna. Me amadekariya vê kirin. Me ji bo her komê hevalekî ku karibe komê biparêze û bigihîne hevalan wezîfedar kir. Hê me ev plansazî dikir, rêveberiya girtîgehê bang li pênc hevalên me kir ku hevalên nûner jî di nav de hebûn û ji wan re gotin, ku sirgûn bûne.

Hefteya dawî ye, divê mirov hestên wan jî fêhm bikin. Em plansaziyê pêşkêşî wan hevalan dikin, ew heval jî wê bên û em ê biçin. Di dema amadekariya vê yekê de ji nişka ve sirgûn derxistin holê. Hevalên bihatina sirgûnkirin û em gelekî xemgîn bûn, şoq bûn. Ji aliyekî ve mirov ji bo wan hevalan dêşin, li aliyê din jî li vê difikirin; gelo dijmin pê hesiya ye? Em ê çi bikin, em hewl didin planekê çêbikin ku wan hevalan jî bi xwe re bibin. Herî dawî me ji hevalê nûne re got, biçe ji îdareyê re bêje 'ji xwe wê biçin, qet nebe hevalên bên sirgûnkirin bila li odeyên hevalên me bimînin heta sibehê'. Eger îdare vê qebûl bike, em ê cihê van her pênc hevalan bi pênc hevalên din biguherînin û bi vî rengî her pênc hevalan bînin odeya xwe û êvarê birevin. Me planeke bi vî rengî amade kir, lê çênebû. Ev heval wê rojê hatin sirgûnkirin û ji Çewlikê birin. 
 
HELAL BE JI WAN RE, BI KEVÇÎ TUNEL KOLANDINE

Dema hûn derketin, we çi kirin? Plan çi bû?

Osman KILIÇ. Heval jî got, em bi sê koman derketin. Komek wê biçûya eyaleta Amedê, ya duyemîn biçûya eyaleta Erzîromê. Em ê li aliyê cuda belav bibûna. Lê me ev yek jî destnîşan kir; eger wesayît peyda bibe, em ê di demeke kurt de xwe bigihînin cihê randevûyê. Em hemû bi salan e dûrî çiyê ne, ew heval çêtir dizanin. Eger ew bixwazin dikarin me belav bikin, me bişînin eyaletekê. Me got, em ewilî biçin cem hevalan, piştre em ê însiyatîfê ji wan re bihêlin, êdî bixwazin me bişînin ku derê wê me bişînin wir. Em bi wî rengî çûn, bi wesayîtê çûn. Bi şev me xwe gihandin cihê randevûyê. Me wê şevê bang li hevalan kir, lê bersiv ji me re nehat. Bawerim di amadekirina cihê randevûyê de pirsgirêk hebû. Piştî rojekê bi komên ji du hevalan, em çar kes li derdorê belav bûn. Em li hevalên gerîla geriyan, lê me ew nedît. Bernîvro mijara fîrarê yekser di çapemeniyê de cih girt. Ji xwe liv û tevgera leşkerî destpê kiribû, balafirên keşfê li derdoreke berfireh digeriyan. Xuya ye piştre em dîtine, ku dor li me girtin. Tiştekî ku em pê li dijî dijmin bisekine, di destê me de tine bûn. Bi vî rengî em zevt kirin, kelepçe kirin û birin tûgaya Çewlikê.

Dema hûn hatin girtin, leşker bi çi rengî nêzî we bûn?

Ewilî ez û hevalek bûn. Me xwe li kêleka darek hişk dirêj kiribûn. Me li vir dengê 'teslîm bibin, dor li we hatiye girtin' bihîstin. Min hingî ji hevalê li cem xwe re got, leşker xwe gihandiye nuqteyê. Dema em axivîn, leşker bi me hesiyan, digotin 'teslîm bibin'. Lê dicirifî. Min jê re got, 'ne tirse, ne çeka me heye ne jî kesek li vir heye'. Piştre rabû kire barebar û digot, 'ez natirsim, eger pêwîst bike ez ê ji bo dewleta xwe, ji bo welatê xwe şehîd bikevim'. Min jî jê re got, 'Xwedê duaya te qebûl bike...' Hin heval ji şûna xwe ranebûn. Leşker dibêje rabe, ew dibêjin na em ranabin. Çûn ser hevalan, mudaxleya fîzîkî kirin.

Ji ber ku hûn ji girtîgehê reviyan, hinekan we pîroz kirin...

Bawerim Mehmet Alî Şahîn bû, digot, 'Ev çiqasî terorîst jî bin, karekî serketî kirine'. Û dewam dike, 'Divê hemû bên tecrîdkirin'. Pêşniyareke bi vî rengî jî dike. Dema em li eraziyê bûn, em girtibûn. Di wê kêliyê de dema bi hev re daxivîn digotin, 'Helal be ji wan re, rabûne bi kevçî tunela sed metreyî kolandine'. Her wiha ev jî digot; fermandarê êrîşî me kir digot 'yanî tu yê rabe bi kevçî sed metre tunelê bikole û li Orta Çanakê -navê cihê em lê hatin girtin- bê girtin'. Bi vî rengî mîna ku li ber me diket, qaşo xemgîn dibû.

Piştî ku hûn hatin girtin, çi bû?

Devrîm KAVAK: Em hatin sirgûnkirin. Hevalên reviyabûn bi giştî 18 heval bûn. Ji ber ku yek reviya, 17 kes ma bû. Em ji kontrola dadgeha herêmê dernedixistin. Em sirgûnî tîpa F ya Wanê kirin.

Wê sibe dewam bike...

...