Ji Wezaretê qetlîama heywanan a 'qanûnî'
Li navçeya Konya Akşehîrê, nêçivan bi teşwîq û derfetên Midûriyet a Çandiniyê ya Navçeyê re, berazan qetil dikin.
Li navçeya Konya Akşehîrê, nêçivan bi teşwîq û derfetên Midûriyet a Çandiniyê ya Navçeyê re, berazan qetil dikin.
Li navçeya Konya Akşehîrê, nêçivan bi teşwîq û derfetên Midûriyet a Çandiniyê ya Navçeyê re, berazan qetil dikin. Serokê Komeleya Parastina Heywan û Xwezayê ya Konyayê Umît Surmelî ragihand ku ev qetlîam bi derfetên Wezareta Karên Av û Daristanê tê kirin.
Bi "guhertina qanûnî" ya Wezareta Karên Avê û Daristanê re, bi derfetên saziyên dewletê re heywan bi awayekî "qanûnî" tên qetilkirin. Li navçeya Konya Akşehîrê nêçirvan bi derfetên Midûriyeta Bajêr a Çandiniyê, di serî de beraz, heywanên bejî qetil dikin. Hawirdorparêzan nerazîbûneke tund nîşanî vê rewşê dan.
Ji bo qetilkirina berazên bejî yên li navçeya Akşehîrê, Midûriyeta Bajêr a Çandiniyê fîşekên nêçirvaniyê bi bêpere li nêçirvanan belav dike. Ji ber van derfetên Midûriyeta Bajêr a Çandiniyê, gelek nêçirvan ji bajar û navçeyên derdorê diçin Akşehîrê. Û bi van derfetan re bi awayekî hovane berazên li herêmê tên qetilkirin.
LI PIŞT VÊ DEWLET HEYE
Der barê qetilkirina berazan a ji bo kêfê de, Serokê Komeleya Parastina Heywanan û Xwezayê ya Konyayê Umît Surmelî ji ajansa me re axivî û anî ziman ku ev qetlîam bi derfetên Wezareta Karên Avê û Daristanê tê kirin. Surmelî ragihand ku ev cînayet bi qanûnê hatiye diyarkirin û bang li hemû komeleyan kir ku ji bo betalkirina vê qanûnê bibin yek. Surmelî got, "Midûriyeta Bajêr a Çandiniyê ya Konyayê, eger li pişta wê dewlet nebe, nikare tiştekî bi vî rengî bike. Nêçirvanî li tevahiya cîhanê heye. Lê belê bi kontrol e. Ne mîna ya me nêçirvaniyeke bêkontrol e."
Surmelî destnîşan kir ku divê hemû qanûnên lis er nêçirvaniyê yên li welêt bên rakirin û got, "Li Tirkiyeyê divê nêçirvanî ji sedî sed bê qedexekirin. Ji ber ku heywanên bejî nemane. Her wiha divê ji nêçirvanan re jî perwerde neyê dayîn. Ji ber qanûnên ku Wezaretê derxistiye û ji aliyê meclîsê ve hatine qebûlkirin, nêçirvan ewçend bi rehetî tevdigerin."