Ji sedan 43’ê yê şêniyên cîhanê ji malên xwe dernakevin

Ji ber şewba koronavîrûsê ji sedan 43’ê şêniyên cîhanê hatine rewşeke ku ji malên xwe dernekevin.

Ji ber şewba vîrûsa Covîd-19 ya li tevahiya cîhanê belav bûyî, li 80 welatan nêzî 3,38 milyar kesan banga ji malên xwe dernekeve kirin.

Li gorî texmîna sala 2020’an a NY’yê şêniya cîhanê ya 7,79 milyar bîne berçav, kesên ku banga di mal de kirîn, li gorî rêjeya şêniya tevahiya cîhanê dibe ji sedan 43.

Li piraniya welatan qedexeya derketina ji derve danîne, di nava vana de welatên weke; Hindistan, Brîtanya, Fransa, Îtalya Erjantîn û çendîn parêzgehên DYE’yê cih digirin. Herî kêm li 42 welatan biryar heye ku bila li malê bimînin.

Vîrûs hatiye rewşek wisa ku li tevahiya herêmên cihanê belav bûye. Li Ewropa, Asya, Rojhilata Navîn, Efrîqa û Okyanûsa Emerîka herî kêm li 177 welat û herêman koronavîrûs hatiye tesbît kirin.