Ji sala 2008’an ve Amazon tê texrîbkirin

Li gorî daneyên fermî yên Brazîlyayê qirkirina daristanên li Amazonê gihşte asta herî jor a 12 salên dawî.

Li gorî daneyên fermî yên ji aliyê Enstîtûya Lêkolînên Fezayê ya Netewî (ÎNPE), ji Îlona 2019’an heta Tebaxa 2020’ê di nava 12 mehan de qadekî 11 hezar kolometre li Amazonên Brezîlyayê tine bûne. Ev jî nêzî bi qasî meznahiya Jamaîka yê ye. Li gorî van daneyan texrîbata li daristanan li gorî berî niha ji sedî 9,5 zêde bûye.

Ji sala 2008’an a ku 12 hezar û 911 kêlometre daristan hatibû tinekirin û vir ve îşaret bi wê hekê hate kirin ku cara ewile ku qadekî wiha ya daristanê tê tinekirin. Hate bibîrxistin ku bi taybet bi şewata daristanan re karbondoksîta (C02) ku daristan li nava xwe girtî, belavî atmosferê dibe.

Tê diyarkirin ku ji ber polîtîkayên Serokê Dewletê Jaîr Bolsonaro yê di mijara avhewayê de rê li ber texrîbatên Amazonê veke. Li gorî saziyên derdorparêz, ji ber krîzên aborî yên sala 2020’ê li hemû cîhanê kêmbûna C02, ji ber şewatê li Brezîlyyê ev gaz zêdetir bûye.