Ji polîsên Tirk terora binçavkirinê

Operasyonên qirkirina siyasî yên hikûmeta AKP’ê didomin. Derket holê ku polîs di binçavkirinan de terorê dimeşînin; jineke ducanî derb kirine û çek kirine serê zarokekî.

DÎLOK

Li Dîlokê tîmên taybet bi ser malan de girt û 4 welatî binçavkirin û di dema serdagirtina malan de teror pêk anîn. Tîmên taybet hevsera Mehmet Zekî Gungor ê binçavkirin a ducanî derb kirin û zarokê bavê wî Hayrettîn Begîç hat binçavkirin digiriya tîmên taybet çek kirin serê wî û jê re gotin, "Negirî yan na em ê te bikujin"

Tîmên taybet li taxên Guzelvadî, Akdere, Karayilan û Vatan ên Dîlokê bi ser gelek malan de girtin. Di encama serdagirtinan de Soner Erdem, Hayrettîn Begiç, Mehmet Zekî Gungor û Halîl Îbrahîm Şahîn Ozel hatin binçavkirin. Sedema binçavkirinan nehat zanîn û kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Bajar.

Di dema serdagirtinan de polîsan teror li hemberî gel pêk anî. Polîsan di dema ser mala de girt deriyên malan şikandin û hemû alavên malan texrîp kirin û şîdet li malbatan pêk anîn.

Dayika Gungor ê li Taxa Guzelvadî hat binaçvkirin Emîne Gungor diyar kir ku dema polîsan kurê wê binçav kirin li hemberî hevsera wî ya ducanî şîdet pêk hatîn. Gungor anî ziman ku bûka wê talukeya zarokê wê ji ber biçe heye û rakirin nexweşxaneyê û niha li nexweşxaneyê tê dermankirin.

Polîsan li Taxa Akdere bi ser mala Hayrettin Begiç de girtin û xwe negirtin ku derî vekin û deriyê malê şikandin. Birayê Begîç Osman Begîç anî ziman ku polîsan pirsa kî li qata jor rûdine kirin û wî jî bersiva bavê wî li wir rûdine û niha ji bi nimêjê bike çûye mizgeftê û polîsan jî ji wî re got, "Gelo hûn Misliman in hûn nimêjê dikin? Hûn terorîst in."

Birayê Begîç Musa Begîç jî diyar kir ku dema polîsan birayê wî binçavkirin zarokê wî yê 6 salî giriya û di wê demê de polîsan çek danî serê zarok û jê re gotin, "Negirî yan na em ê te bikujin."

EDÎRNE

Li Edîrneyê di serdegirtinên malan de kesek hate binçavkirin.

Li taxa Kaleîçî ya Edîrneyyê tîmên taybet serê sibehê bi ser malan de girtin. Di serdegirtinên malan de Kesê bi navê Feyyaz Araz (24) bi îdiaya "propagandaya rêxistinê kiriye" hate binçavkirin.

Araz ê hate binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Edîrneyê.

ŞIRNEX

Hate zanîn ku di serdagirtina malan ên serê sibê li Şirnexê pêk hatin de Hevserokê Rêxistina DBP'ê yê navçeya navendî Ramazan Ugur hat binçavkirin.

Piştî polîsan li navçeya Silopî ya Şirnexê komkujî pêk anî Meclîsên Gel ên Şirnexê daxuyaniyên ku ew dê êdî bi xwe xwe rêvebibin dan Serokomar Erdogan gefên "Dê berdêlê wê bidin" li gel xwarin serê sibê li hemberî hevşaredar û hevserokên partiya siyasî operasyon pêk hat. Di encama operasyonan de heya niha 3 kes hatin binçavkirin û gelek kesên lêgerîna wan heyî jî li malan nebûn. Di encama operasyonan de Hevserokê Rêxistina DBP'ê yê navçeya Navendî Ramazan Ugur hat binçavkirin.

4 kesên hatin binçavkirin piştî li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê ji kontrola tendûrîstî re derbas bûn birin Midûriyeta Polîsan a Şirnexê.