Ji penaberan re statuya koleyên demsalî hat dayîn

Penaberên Sûriyeyî yên ji êrîşên çeteyên DAIŞ'ê reviyan û xwe li Tirkiyeyê girtin, di berdêla têrkirina zikê xwe de mîna koleyan tên xebitandin.

Penaberên Sûriyeyî yên ji êrîşên çeteyên DAIŞ'ê reviyan û xwe li Tirkiyeyê girtin, di berdêla têrkirina zikê xwe de mîna koleyan tên xebitandin.

Penaberên Sûriyeyî yên ji çeteyên hov ên DAIŞ'ê ku bûne belayê serê gelên Rojhiata Navîn reviyan û xwe li Tirkiyeyê girtin, dikevin tora şebekeyên karsazên korsan. Li navçeya Edene Kazanliyê, penaberên Sûriyeyî yên li binê bereqeyekê dijîn, rojane di berdêla 15 TL de li nava zeviyan tên xebitandin. Rêxistinên karkerên demsalî yên xwestin drama van penaberan li cih tespît bikin, rastî êrîşa şebekeya karkerên korsan dixebitîne, rast hatin. Rojnamevanên ku ragihandin li binê van bereqeyan jinên ciwan ên weke karkerên korsan tên xebitandin zexta fûhûşê li wan tê kirin, hedef tên girtin. Serokê Şaxê Emek-Senê Emîn Ûslû anî ziman ku mercên jiyana penaberan û xebitandina wan weke hêza erzan a kar, ji aliyê rayedaran ve nayê lêkolînkirin û drama karkerên demsalî ji ANF'ê re vegot.

Ûslû diyar kir ku mirovên ji ber êrîşên DAIŞ'ê ji Sûriyeyê hatine Edeneyê, dikevin tora şebekeya karkerên korsan dide xebitandin û destnîşan kir ku ew bi biryar in mafê karkerên bi mejiyê koledariyê tên xebitandin, bi parêzin. Ûslû got, "Xebatên me yên ji bo lêkolînkirina pirsgirêk û kêmasiyên karkerên me û parvekirina van xebatan bi raya giştî re ji aliyê karsazan ve tên astengkirin. Yên karkerên korsan weke karkerên çandiniyê dide xebitandin û em ji wan re dibêjin 'destê duyemîn', çawiştiya korsanî dikin. Vana zeviyan kirê dikin, karkerên demsalî didin xebitandin û berî perê karkeran bidin, ji holê winda dibin. Ji bo ev aşkera nebin, êrîş dikin. Di berdêla 15 TL de bi taybetî penaberên Sûriyeyê tên, dixebitînin. Dema ku ji bo parastina mafê karkerên di nava şert û mercên koledariyê de tên xebitandin em dikevin nava tevgerê, em li êrîşa van rast tên. Li konên penaberên ji Sûriyeyê tên elektrîk, av, tiwalet û banyo nîne, bi vî rengî weke esîran tên ragirtin. Ji bo mafê van mirovan neyê talankirin em bang li rayedaran dikin ku bi berpirsyarî rabin. Dema ev penaber ji konan dibin zeviyan jî bi dehan qezayên trafîkê yên rê li ber mirinan vedikin, rû didin. Li wesayîteke ji 20 kesan, 80 kesan siwar dikin û wan dişînin mirinê. Ji bo tespîtkirina van kesên ji bo sûdê ji hêza erzan a kar werbigirin çavê wan sor bûye, divê rayedar berpirsyariyên xwe bi cih bînin."

...