Ji MUB'ê peyama Noelê
Konseya Neteweyî ya Bethnahrîn, bi wesîleya Cejna Noelê peyamek weşand.
Konseya Neteweyî ya Bethnahrîn, bi wesîleya Cejna Noelê peyamek weşand.
Konseya Neteweyî ya Bethnahrîn (MUB), bi wesîleya Cejna Noelê peyamek weşand. Di daxuyaniya nivîskî de hat rojbûna Mesîh a beriya 2015 salan, hînê jî hêviyê dide gelên Suryanî, Asûrî, Aramî, Keldanî û mirovahiyê û weke ronahiyekê, her timî rêya wan ronî dike.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku di rojên dawî yên sala 2015'and e jî gelê Suryanî, Asûrî, Aramî û Keldanî, tevî hemû êrîşan jî ji pîvan û baweriya Mesîh dûr nakevin û ji bo parastina hebûna xwe li ber xwe didin.
MUB'ê da zanîn ku di demek li Rojhilata Navîn êşên ji nû ve bûyîneke nû tê jiyîn de gelê Suryanî careke din derketiye ser dika dîrokê û bi lehengî têdikoşe.
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser dijminên mirovahiyê çeteyên DAIŞ, El Nûsra, Ahrar El Şam û hevalbendên wan ên mîna AKP'ê û hat gotin, "Ev hêzên paşverû yên welat û herêma me veguherandine gola xwînê, li pêşberî vîna gel û mirovahiya pêşverû ti carî bi ser neketine û wê careke din têk biçin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Gelê Suryanî ji bo karibe di rêya Mesîh de cejnên xwe bi awayekî azad bijî, divê di nava vî şerê diqewime de dîrokê ji nû ve binivîsîne û bi awayekî rêxistinbûyî xwedî li welat, nasname, maf û hiqûqa xwe derkeve. Lewma bi pêşengiya Konseya Neteweyî ya Bethnahrîn em bang dikin, ku bêyî cihêkariya mezhebî were kirin, li dora têkoşîna tê dayîn em bi ruhê yekîtiyê bicivin."
Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "Bi wesîleya van rojên pîroz û girîng, em cejna ji nû ve vejînê û sala nû li malbatên şehîdan, şervanên li eniya têkoşînê, gelê me, lîderên xwe yên olî û dostên xwe pîroz dikin."