Ji KCD-E peyama cejna Çarşema Sor

Kongreya Civaka Demokratîk li Ewropayê (KCD-E) cejna Çarşema Sor pîroz kir.

Komîteya Baweriyan a KCD-E daxuyaniyeke nivîskî weşand û cejna Çarşema Sor pîroz kir. Komîteyê bi wesîlceya cejnê hêviya ji bo jiyaneke demkoratîk, wekhev û azad a ji bo Êzidiyan bilêv kir.

Di peyamê de hat gotin, "Çarşema Sor; yek ji nirxên qedîm e ku jiyan, ruh, bawerî û nirxên çandî yên civaka Êzidî li ser piyan girtiye. Ev yek, mezintirîn nirxê fîra çandî ya baweriya Êzidiyan e. Pîrozkirina vê rojê tê wateya israra azadî û hebûna xwe ye."

Peyamê wiha dewam kir: "Tevî hemû komkujî û fermanan jî, Êzidiyan bi berxwedana xwe ve bi biryardarî û bi sebir hebûna xwe dewam kirine û didomîne. Ji ber vê yekê, ev baweriya qedîm timî bûye hedefa zaliman. Fermana 3'ê Tebaxê jî yek ji van fermanan e. (...)

Em cejna Çarşema Sor a pîroz a civaka me ya Êzidî pîroz dikin. Hêvîdar in ew ê xwe bigihîne jiyana demokratîk û azad. Em bang dikin ku di nava her şert û mercî de li dora Laleşa pîroz, ku navenda xwerêveberî û xweparastina wan e, li hev bicivin."