'Xewn'a zarokên Efrînê li Osloyê hate nîşandan

Li Navenda Hunerê ya Akeshus a li paytexta Norwêc Osloyê, hunemendê Kurd Gelawesh Weledkhan wêneyên ji aliyê zarokên Efrînî ve hatine çêkirin di pêşangehekê de nîşan da.

Waledkhan ku par serdana Rojava û kampên li Şehbayê kir, karê xwe û wêneyên zarokan li Navenda Hunerê ya Akershus a li paytexta Norwêc Osloyê di pêşangehekê de pêşkêş dike.

Waledkhan li Rojava û kampên li Şehbayê bi zarokên Efrînî re axivî bû û wêneyên ku zarokan xêz kirin bi xwe re anîbû Norwêcê.

Wêne û dîmenên zarokên Efrînî doh li paytexta Norwêc Osloyê di pêşangeha 'Xewna min' de hatin pêşkêşkirin.

Hunerhez wê heta 22'ê Îlonê karibin serdana pêşangehê bikin.