Federasyona Komeleyên Êzidiyan û Meclîsa Jinên Êzîdî ji ber dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê destûr cenazeyên şervanên YPG/YPJ’ê yên li Deriyê Sînor ê Murşitpinar derbasî Bakurê Kurdistanê bên kirin nerazîbûn nîşandan.
Federasyona Komeleyên Êzidiyan û Meclîsa Jinên Êzîdî bi daxuyaniyeke nivîskî helwesta dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê ya destûr nade cenazeyên şervanên YPG/YPJ’ê yên di şerên li hember çeteyên DAIŞ’a faşîst de jiyana xwe ji dest dane derbasî Bakurê Kurdistanê bên kirin nerazîbûneke tund nîşan dan.
Federasyona Komeleyên Êzidiyan û Meclîsa Jinên Êzîdî di daxuyaniya xwe de gotin,
“Em vê nêzîkatiya hikûmeta AKP’ê ya li hemberî cenazeyên şervanên YPG û YPJ’ê ku li Deriyê Sînor ê Murşîtpinar disekinîne, bi tundî şermêzar dikin. Ji aliyekî ve AKP xwe wek parazerê ola Îslamê nîşan dide û bi Qurana ku li gel alema Îslamê pîroz e propaganda xwe dike, li aliyê din jî heqaretê li olê dike. Ev nezîkatiya kêfî û siyasî şermeke mezin û bê hurmetiyeke li hemberi dayik û bavên şehîdan. Mirovahî, wijdan û ti ol vê qebûl nakin. Em ji wek Federasyona Komelên Êzidîyan û Meclîsa Jinên Êzîdî bang li hikûmeta AKP’ê dikin ku dest ji van nêzîkatiyên derveyî mirovahî û qirêj berde, cenazeyên şervanên YPG/YPJ’ê radestî malbatên wan bike.”