Ji endamên Ciwanên Azad li Parîsê civîn
Endamên Ciwanên Azad, diyar kirin ku wê ciwan li hember zîhniyeta qetlîamker a AKP û DAIŞ’ê xwedî li nirxên xwe derkevin.

Endamên Ciwanên Azad, li bajarê Parîs ê Fransa li Villiers-le-Bel, Drancy ve Clichy têkildarî pêvajoya siyasî civînên agahdarkirin û nirxandinê kirin.
Di civînan de hat diyarkirin ku AKP-DAIŞ û PDK dixwazin li Kurdistanê kaosê çêbikin û tê xwestin ku destketiyên gelê Kurd ên bi berdêlên mezin hatine bidestxistin bi tifaqên qirêj asteng bikin.
'FERQA AKP Û DAIŞ JI HEV NÎNE'
Ciwanan gotin, "Di demên dawî de AKP’ya li Pirsûsê ciwanên sosyalîst qetil kirin, li gundê Zergelê sivîl qetil kirin, li Silopiyayê li hember gel qirkirin pêk anî û Qendîl bombe kir nîşan dide ku ti ferqa wê ji DAIŞ nîne.” Ciwanan wezîfe û berpirsyariyên xwe jî diyar kirin.
Di civînan de hat xwestin ku tevayî ciwanên welatparêz ên Ewropayê di çarçoveya Kampanyaya Xwedî Derkeve de li nirxên madî û manewî derkevin.