Ji bo girtiyê nexweş Ozelmali azadî hat xwestin

Komîsyona Girtîgehan a ÎHD a Stenbolê di çalakiya Tîpa F de bal kişand ser rewşa Kemal Ozelmali yê nexweşiya Wernicke Korsakoff pêre heye û xwest bê berdan.

Komîsyona Girtîgehan a ÎHD a Stenbolê di çalakiya Tîpa F de bal kişand ser rewşa Kemal Ozelmali yê nexweşiya Wernicke Korsakoff pêre heye û xwest bê berdan.

Endamên Komîsyona Girtîgehan a ÎHD a Stenbolê ji bo balî bikişînin li ser rewşa girtiyên nexweş çalakiya Tîpa F'ê de cara 177'emîn li Qada Galatasarayê hatin cem hev. Di çalakiyê de pankartên "Tecrîd dikuje, bila Girtîgehên Tîpa F bên girtin" "Em li girtîgehan mirinan naxwazin bila girtiyên nexweş bên berdan" hatin vekirin û dirûşmên, "Tecrîd dikuje, piştevanî dide jiyîn" "Bila Kemal Ozelmali bê berdan" hatin berzkirin û wêneyên girtiyên nexweş hatin hilgirtin.

Li ser navê ÎHD'ê Tarik Nazarî axivî û got ku li girtîgehan bi sedan girtiyên nexweş terkî mirinê hatine kirin û ew ê rayedarên ku dengê girtiyên nexweş nabihîzin û nabînin bidin bihîstin û berpirsyariyên wan bi bîr bixin.

Nazarî diyar kir ku Kemal Ozelmali yê li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê dimîne û nexweşiya Wernicke Korsakoffê pêre heye di dema darbeya leşkerî de jî 7 salan di girtîgehê de maye û piştî ku hatiye berdan di 1990'an de dîsa hatiye girtin, di 1999'an de di dema rojiya mirinê de bi vî nexweşiyê ketiye. Nazarî destnîşan kir ku Ozelmali ji ber nexweşiyê kesên derûdora xwe nas nake û nikare li ser xwe bisekine, pêdiviyên xwe yên rojane jî bi tena serê xwe nikare bi cih bîne.

Nazarî got ku Saziya Tiba Edlî rapora "Dikare heta 10'ê bihejmêre" daye Ozelmali, ligel ku rewşa wî her diçe girantir dibe jî dema dibin nexweşxaneyê ji ber ku kelepçeyê nexwaze vedigerînin girtîgehê. Nazarî destnîşan kir Ozelmali di şertên girtîgehê de nikare bê dermankirin û ji bo ku b^edermankirin divê bê berdan.

Çalakiya vê hefteyê bi dirûşma "Dermankirin maf e, nikare bê astengkirin" "Bila Kemal Ozelmali bê berdan" bi dawî bû.

 

(sa)