Ji bo girtiyê nexweş Karaman azadî hat xwestin
ÎHD a Stenbolê çalakiya "Tîpa F" a vê hefteyê de azadiya girtiyê nexweş Yilmaz Kahraman ê ku ji ber nayê dermankirin ûra mejiyê wî de mezin bûye û çavên wî nabîne xwest.

ÎHD a Stenbolê çalakiya "Tîpa F" a vê hefteyê de cara 178'emîn li Qada Galatasarayê hatin cem hev û ji bo girtiyê nexweş Yilmaz Kahraman azadî xwest. Di çalakiyê de pankartên "Em li girtîgehan mirinan naxwazin, bila girtiyên nexweş bên berdan" "Tecrîd dikuje, Girtîgehên Tîpa F an bila bên girtin" hatin vekirin û wêneyên girtiyên nexweş hatin hilgirtin û dirûşmên "Tecrîdê rakin mirinan rawestînin" "Tedawî maf e nayê astengkirin" hatin berzkirin. Ji ÎHD'ê Nuray Çevîrmen daxuyaniya vê hefteyê xwend û got ku polîtîkayên şer ên ku ketiye dewreyê bandorê li ser hemû kesan dike, girtîgeh jî ji van polîtîkayan bi bandor dibin, pêkûtiyên li ser girtiyan her diçe zêdetir dibe.
Çevîrmen bal kişand li ser rewşa girtiyê nexweş ê bi navê Yilmaz Kahraman ê li Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê dimîne û got ku Kahraman li Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Kirikkaleyê divê bi lez bê emeliyatkirin lê ev 6 meh in bi kêfî tê astengkirin, ji ber vê yekê jî ûrê di mejiyê wî de her diçe mezin dibe, çavên wî nabîne. Çevîrmen anî ziman ku di encama hewldanên malbat û parêzeran Kahraman sewqî Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 1 a Sîncanê hatiye kirin lê li vir ew kirine hucreyekî yek kesî. Çevîrmen da zanîn ku ji bo dermankirinê divê Kahraman sewqî Girtîgeha Tîpa R a Metrîse bê kirin lê bi hinceta "tadîlat heye" sewq û dermankirina wî tê astengkirin.
Daxuyanî bi dirûşmên "Rûmeta mirovahiyê dê îşkenceyê têk bibe" "Bila Yilmaz Kahraman bê berdan" ve bi dawî bû.