Ji bo Elçî li Îzmîrê çalakiya rûniştinê
Parêzerên girêdayî ÇHD û OHD’ê ji bo Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê li navçeya Sûrê ya Amedê hat qetilkirin li ber Edliyeya Bayrakli çalakiyeke rûniştinê ya saetekê li dar xistin û komkujî protesto kirin.
Parêzerên girêdayî ÇHD û OHD’ê ji bo Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê li navçeya Sûrê ya Amedê hat qetilkirin li ber Edliyeya Bayrakli çalakiyeke rûniştinê ya saetekê li dar xistin û komkujî protesto kirin.
Parêzerên girêdayî Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) û Komeleya Hiqûqnasên Azad (OHD)’ê ji bo Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê li navçeya Sûrê ya Amedê hat qetilkirin li ber Edliyeya Bayrakli çalakiyeke rûniştinê ya saetekê li dar xiistin û komkujî protesto kirin. Hiqûqnasan li derdora wêneyên Elçî find vêxistin, cupeyên xwe danîn erdê û bi qerenfîlan xemilandin.
Nêzî saet parêzerên li yekeya Baroyê ya di hundirê Avahiya Edliyeyê de çalakiya rûniştinê pêk anîn, piştî saetekê çalakiya rûniştinê dirûşm qîr kirin û derketin ber C-Blok. Parêzerên pankart û wêneyên Elçî hilgirtin, li ser navê parêzeran Serokê Şaxa OHD’ê ya Îzmîrê Mecît Yildirim daxuyanî da.
Yildirim, diyar kir ku tevî zanîbûn ku Tahîr Elçî yê weke dilê xwe ji Amedê hez dikir nareve jî der barê wî de biryara girtinê derxistin û got:
“Li hember qedexeya derketina derveyî welêt dan û serbest berdan. Dema hat berdan çû nav gelê û welatê xwe yê qedîm dîdit. Ji bo kesên li sûrên dîrokî yên Amedê êrîşî minareya çar ling kirin qîr dikir ku li hember mirovatî û dîrokê sûc kirine. Weke cinayetên fail diyar ên emrê xwe dabû wan li koşeyeyê qetil kirin. Pêwîst nedîditin veşêrin jî. Li ber kamerayan qetil kirin. Tetîkkêş kî ye ne diyar e. avhewaya ku desthilatdariyê ava kir Tahîr Elçî qetil kir. Ji bo qetilkirinê atmosfera şer û pevçûnê ya ji bo desthilatdariya biparêzin ava kirin bi kar anîn. Rehet raze Tahîr Elçî. Em ê mîna te bê ku guleya wê li pişt serê me bê xistin bifikirin em ê bijîn.”