Ji ber polîtîkayên têkildarî avhewayê doz li 32 welatan hate vekirin

Şeş ciwanên ji Portekîzê diyar kirin ku polîtîkayên xemsar ên li hemberî germahiyê dibin sedema binpêkirina mafên mirovan, lewma jî doz li hikumetên 32 welatan vekirin.

Komek ji ciwanên Portekîzî ji ber polîtîkayên têkildarî guhertina avhewayê li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) giliyê hikumetên 32 welatan kir.

Doz wê li salona mezin a DMME'yê ya li Strasboûrgê roja Çarşemê destpê bike. Ciwanan diyar kirin ku ji ber kêmaniya polîtîkayên têkoşîna li dijî germahiya global, mafên mirovan têne binpêkirin.

Parêzerên ku şeş ciwanan diparêzin diyar kirin ku hikumet ji ber ku ji bo kêmkirina emîsyonê bi têrkerî bi lez û bez tevnagerin, mafên mirovan têne binpêkirin.

Doz wê li pêşberî 17 dadgeran tevahiya rojê dewam bike.

Ciwanên Portekîzî ku temenê wan di navbera 11 û 24 salî de ye, ragihandin ku şewata sala 2017'an a li herêma Leîrîayê ku di encamê de 66 kes mirin, nêzî 20 hezar hektar qada daristanî şewitî, bûye sedem ku ew bikevin nava liv û tevgerê.