‘Ji ber bêkariyê ti kes masiyan nastîne’

Karkerê bi navê Azîm Yildirim ê karê masiyan dike diyar kir ku nêzî 12 sal in karê masîvaniyê dike, lê ji ber bêkariya li herêmê ew jî nikare êdî masiyan bifiroşe. Yildirim xwest Rewşa Awarte bê rakirin.

Li Wanê karkerên bi navê Azîm Yildirim, ku danê sibehê ji malê derdikeve, kolan bi kolan li ser dezgeha xwe ya seyar masiyan difiroşe. Yildirim diyar kir, tevî sir û seqema Wanê jî heta derengî şevê saet 21:00 dixebite, rojê tenê 40 TL qezenc dike.

'12 SAL IN VÎ KARÎ DIKE'

Yildirim ê karê masiyan dike wiha qala çîroka xwe kir: "Ji ciwantiya xwe heta niha ez karê firotina masiyan dikim. Li herêmê ti kar nîne ez bikim, ev 12 sal in neçar im vî karî bikim. Danê sibehê saet di 06:00 de ez diçim Gola Wanê masiyên xwe digirim û berê xwe didim kolanên Wanê û wan masiyan difiroşim. Ez gelek zehmetiyan di vî karî de dibînim, lê belê ez neçarim vî karî bikim. Ji ber ku li herêma me ji derveyî karê seyar ti kar nîne. Ji xwe tişta dewlet jî dixwaze ev e. Dewlet dixwaze em neçar û hewcedarê wê bin. Lê em ê ti carî neçin li ber derê dewletê û ti hêviyan jê nekin. Em gelê Kurd dikarin nanê xwe ji kevir jî derxin."

'ROJÊ 40 TL QEZENCA MIN HEYE'

Yildirim anî ziman, li gel hemû zorî û zehmetiyên jiyanê ew li ber xwe dide û wiha dewam kir: "Ez hemû kolan û taxê Wanê nas dikim. Her roj ez li tevahiya Wanê digerim û masiyan difiroşim. Ji ber li herêmê ti kar nîne, êdî kes masiyan nagire. Sala bihurî karê min gelekî baş bû. Niha kar gelekî ne başe. Ez dibêjim sedema vê jî krîza aboriyê û Rewşa Awarte ya li herêmê ye. Ez kîloya masiyan bi 3 TL difiroşim û ji saet 7'an heta 21'an tenê 40 TL qezenc dikim. Lê şikur ji xwedê em ne berminetê dewletê ne. Çi dibe bila bibe ez ê karê xwe bidomînim."