Îzmîrî ji bo astengdaran daketin kolanan

KESK’ê bi daxuyaniya çapemeniyê ya li Îzmîrê lidarxistî bal kişand ser pirsgirêkên ku astengdar dijîn.

KESK’ê bi daxuyaniya çapemeniyê ya li Îzmîrê lidarxistî bal kişand ser pirsgirêkên ku astengdar dijîn.

Platforma Şaxên Îzmîrê ya KESK di çarçoveya 3’ê Kanûnê Roja Astengdarên Cîhanê ya Navneteweyî ya ku Neteweyên Yekbûyî (NY) îlankirî daxuyaniya çapemeniyê da. Endamên KESK’ê li pêşiya Banka Sumer a Konakê hatin cem hev. Li vir Serokê Şaxa Hejmar 1 a Egitim Senê Bahrî Akkan diyar kir ku têkîldarî pirsgirêkên astengdaran tenê axaftinên jiberkirî tên kirin.

Li ser navê Platforma Şaxên KESK’ê Ozlem Degîrmencîoglû daxuyaniya çapemeniyê xwend û bal kişand k udi serî de mafê perwerdeyê, astengdar ji gelek mafî nikarin sûdê wergirin.

‘JI BO ASTENGDARÊN NAXEBITIN PÊKANÎNA ALÎKARIYÊ’

Degîrmencîoglû, ev talep pêşkêş kir: “Bê ku li ti şertan binêrin herêmên nû yên îstihdam bê vekirin, pergalên ku ji bo bi neçarî xebitandina astengdaran bi qanûnî bê çavdêrî kirin, ji bo pêkanîna van jî wê li ser were rawestandin.”

...