Îzmîrê deng da Nisêbîn û Dêrikê
ÎHD a Îzmîrê li Nisêbîn û bajarên din ên Kurdistanê qatlîamên ku di bin navê qedexeyan de tên kirin şermezar kir.
ÎHD a Îzmîrê li Nisêbîn û bajarên din ên Kurdistanê qatlîamên ku di bin navê qedexeyan de tên kirin şermezar kir.
ÎHD a Îzmîrê li Nisêbîn û bajarên din ên Kurdistanê qetlîamên ku di bin navê qedexeyan de tên kirin şermezar kir.
Li Îzmîrê ÎHD'ê li Nisêbîn û bajarên din ên Kurdistanê êrîş û qetlîamên ku di bin navê qedexeyan de li dijî gel tên kirin şermezar kir. Endamên ÎHD'ê li ber Sumerbanka Konakê hatin cem hev. Hevserokê HDP'ê yê Îzmirê Cavît Ugur, rêveberên HDP'ê û Parlamentera HDP'ê ya berê a Qersê mulkiye Bîrtane jî beşdarî daxuyaniyê bûn.
Di çalakiyê de pankarta "Deng bide Nisêbînê" hate vekirin û li ser navê ÎHD'ê Denîz Bayrak axivî û got ku 14 rojan li Nisêbînê gel nekarî derkevin kolanan û pêdiviyên xwe nekarîne bi cih bînin, birîndarên xwe derman nekirine.
Bayrak got ku ji bedena welatiyên ku hatine qetilkirin gule hatine derxistin û hêzên dewletê jî heta niha têkîldarî van pirsan bersivekî fermî nedane.
Bayrak destnîşan kir ku li Nisêbînê qedexe hate rakirin lê li navçeya Dêrikê qedexe hatiye îlankirin û ev jî tê wateya ku bajar, navçe, gund û taxên qedexe neyên îlankirin dê nemîne.
Bayrak got ku qedexeya derketina derve binpêkirina mafên mirovan e û nahêle rastî derkevin holê, dewlet windahiyên sivîl dixwaze rewa nîşan bide.
Piştî daxuyaniyê Bîrtane axivî û diyar kir ku Serokkomar Tayyîp Erdogan ji bo Serokdewletê Sûriyeyê Esad gotina "yê ku li dijî gelê xwe zilmê dike" bi kar dianî lê îro heman tiştî ew bixwe dike. Bîrtane da zanîn ku weke parazvanên mafên mirovan heta ku li Tirkiyeyê mafên mirovan, demokrasî bi cih bê wê têkoşîna xwe bidomînin.