Işikli: Zuhatî encama heskirina rayedaran a HES û bendavan e

Hevberdevkê Platforma Parastina Hewselê Vehap Işikli diyar kir ku siyaseta şaş a desthilatê ya rant û talana xwezayê, her ku diçe xeteriya zuhatiyê mezintir dike.

Her roja diçe talana xweza û polîtîkayên şaş dibe sedemê krîzên avhewayê. Germahiya kurewî ya girêdayî vê jî zuhatiya cîhanî û metirsiyên xelayê jî mezin dibe. Pispor tîne ziman ku metirsiya xelayê li Kurdistan, Tirkiye û welatên Rojhilata Navîn jî derbasdar in, raporên tên eşkerekirin jî vê rewşê piştrast dikin. Dema mirov li salên borî dinêre dibîne ku li herêmên Amed û Serhetdê rêjeya barîna baranê li gorî salên borî pir kêm bûye. Ev rewş bandorê li Çemê Dîcel, Firat, Mûart,Gola Wanê û bi dehan çemên din dike.

Têkildarî mijarê Hevberdevkê Platforma Parastina Hewselê Vehap Işikli  ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku yek ji sedemê zuhabûna zêde dibe sîstema modarnîteya kapitalîst e.

‘ZÛHABÛN ENCAMA HESKIRINA HEZ Û BENDAVAN E’

Hevberdevkê Platforma Parastina Hewselê Vehap Işikli diyar kir ku zuhatî û krîzên avhewayî sedemê wê sîstema modernîteya kapitalîst e, bal kişand ser zêdebûna pîşesazî, bê serûber bikaranîna çavkaniyên xwezayî, tinekirina daristanan. Işikli anî ziman ku rayedar di daxuyaniyên xwe yên li ser zuhabûnê ne samîmî ne û bibîr xist ku avakirina bendavan ku rê li ber zuhabûnê vekiriye, tevî vê jî hewl tê dayîn ku bendavên nû bên çêkirin. Işikli got: “Diyar e ku yek ji sedemê zuhatiyê bendav in. Divê rayedar ji ber zuhatiya li welat bersivek bid. Zuhabûn encama heskirina rayedaran a ji HES û bendavan e. Ev rewş rêveberiya avê, polîtîkaya avê ye.”

‘WÊ RÊ LI BER BIRÇÎBÛNÊ VEKE’

Işikli anî ziman ku eger ku pirsgirêk neyê çareserkirin, wê rê li ber birçîbûnê veke. Işikli wiha domand: “Pir vekirî dixuyê ku qonaxên em nikaribin xwe bigihînin xorekan wê li pêşiya me derkevin. Her çendî li Tirkiyeyê krîza aborî li holê ye, xuhabûna meteorolojiyê û nedîtina wê ya ku wê rê li ber pirsgirêkên mezin veke divê ne pir zor be. Rêya çareseriya zuhatiyê bi hilberandina polîtîkayên gerdûnî ve girêdayî ye. Ji bo pirsgirêkên heyî divê hem herêmî û hem gerdûnî polîtîka bên hilberandin.Yan jî em ê rû bi rûyê pirsgirêkên heyî bibin. Eger ku di vê rewşa koronayê de ku li hemû cîhanê rê li ber krîzekî mezin vekiriye çareseriyek neyê peydakirin wê rê li ber xeteriyên hê mezintir veke.”

‘BI ZUHATIYÊ RE WÊ NEXWEŞÎ JÎ ZÊDETIR BIBIN’

Işikli bal kişand ser bandora vê pêvajoyê ya li ser dengeyên ekolojî û zindiyan û got: “Zuhatî wê rê li ber zêdebûna nexweşiyan jî veke.Li nava xwezayê bi ekosîstema daristanê guherîn bê kirin, wê organîzmayên li wir dijîn ber bi bajaran koç bikin. ev yek jî vekiriye ku nexweşiyê belav bike. Tê zanîn ku gol û çem jî zuha dibin. Rastiya ku çavkaniyên avê zuhadibin jî li holê ye. Ji bo vê xeteriyek biçûk jî li ser axê pêk bê wê bandorê li tenduristiya mirovan bike. Dibe ku vîrûsên nû jî derbikevin. Di roja îro de ku evqas ji koronayê tê tirsîn, bi zuhatiyê re wê nexweşî jî belav bibin. Bifikirin ku av nîne, li cihê av nebe paqijî jî nîne, mirinên ku ji ber nexweşiyê jî zêdetir bibin.”