Iraq dixwaze 5 milyon dar biçîne

Serokwezîrê Iraqê ragihand ku ew e di çarçoveya rûbirûbûna çolbûna xaka Iraqê de li seranserî parêzgehên Iraqê dest bi kampanyaya çandina 5 milyon şitlên daran bikin.

Li parêzgeha Besrayê Konferansa Avhewayê ya Iraqê destpê kir. Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî di konferansê de axaftina vekirinê kir û da zanîn ev konferans ji bo li dijî rabûna rûbirûbûna çolbûna xaka Iraqê destpêkek raste.

Herwiha Sudanî di konferansê de ragihand ku ew ê dest bi çandina pênc milyon dar û darên xurmê li hemû parêzgehên Iraqê bikin.

Sudanî eşkere kir ku wan lihevkirinek mezin îmze kirine da ku bikarin pêşî li gazên bi ziyan yên ku ji nefta Besrayê derdikevin bigrin. Sudanî got ev yek jî ji bo rûbirûbûn û pêşîlêgirtina qirêjiya jîngehê kirine.