îHD: 70 jin hatin qetilkirin

ÎHD’ê rapora têkildarî êrîş û komkujiyên di 10 mehên dawî yên 2015’an de li herêmê li hember jinan pêk tên amade kiribû bi raya giştî re parve kir.

ÎHD’ê rapora têkildarî êrîş û komkujiyên di 10 mehên dawî yên 2015’an de li herêmê li hember jinan pêk tên amade kiribû bi raya giştî re parve kir. Li gor daneyên rapora hat aşkerakirin, li herêmê 5 jin ji aliyê hêzên dewletê, 27 jin di encama şîdeta nav malê û qada civakî de hatine qetilkirin. 15 jin bi awayekî bi guman ku mirî hatine dîtin, 23 jinan jî xwe kuştine.

Komîsyona Jinan a Şaxa ÎHD’ê ya Amedê rapora têkildarî êrîş û komkujiyên di 10 mehên dawî yên 2015’an de li herêmê li hember jinan pêk tên amade kiribû, bi civîneke çapemeniyê ya li avahiya şaxa xwe bi raya giştî re parve kir. Endamên Komîsyona Jinan û Desteya Rêveber Hatîce Demîr, Gulîstan Yalçindag Gencel, Gamze Yalçin, Pinar Dalkuş, Yildiz Koç û Havva Aslan tevlî civînê bûn.

‘QANÛNÊN BI DESTÊ DARAZA ZILAM, FAILÊN ZILAM BÊ CEZA DIHÊLE'

Parêzer Hatîce Demîr berî daneyên raporê ragihîne daxuyaniya çapemeniyê xwend, diyar kir ku jinên şîdetê dibînîn an jî bi tehdîda şîdetê dijîn ji bo bê parastin tedbîrên pêwîst nayên stendin an jî tenê li ser rûpelan dimîne. Destnîşan kir ku Tirkiye berpirsiyariyên li gor hevpeymanên navneteweyî ku bi xwe jî teref e bi cih nayne.

ÊRÎŞÊN DAIŞÊ DI ASTEK ERJENG DE YE

Demîr bi bîr xist ku li Rojhilata Navîn êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li hember jinan di asteke erjeng de ye û wiha berdewam kir: “Di vî şerê didome de bi sedhezaran jin û zarok neçar hatine hiştin ku warê xwe biterikînin û bi rewşa penabertiyê ji êrîşên her awayî re vekirî hewl didin jiyana xwe bidomînin.”

Demîr wek jinên ÎHD’yî têkildarî pêşîgirtina şîdeta li hember jinê daxwaz wiha rêz kir:

* Di vê pêvayoya pevçûnî de ji bo failên jinên ku mafê wan ê jiyanî hatiye binpêkirin bê dîtin divê lêpirsînek lezgîn û bi bandor bê meşandin, fail bên dadgehkirin û heqîqet derkeve holê. Ji bo jin li hember şîdetê bê parastin divê tedbîrên qanûnî û yên din bên girtin.

*Bi armanca dawîkirina şîdeta li hember jinê, pêwîst e di tevahî xebatan de qanûn di çarçoveya pêşniyarên saziyên jinan û rêxistinên mafên mirovan bên çêkirin.

*Ji bo bidawîkirina şîdeta li hember jinê ya ku li herêmên çeteyên DAIŞ’ê dagir kirine an jî di bin xeteriya dagirkirinê de ye û rizgarkirina jin û zarokên bi zorê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê hatine desteserkirin, di serî de NY divê tevahî saziyên mafên mirovan ên navneteweyî û tevahî welat di nav tevgerek hevpar a bi bîryar de hereket bikin.

Piştî daxuyaniya Demîr, Endama Komîsyona Jinan Gulîstan Yalçindag Gençel bîlançoya Rapora Komkujiyên Jinan û Şîdeta li Hember Jinê ya 10 mehên sala 2015’an da xuyakirin.

Bîlançoya Rapora Komkujiyên Jinan û Şîdeta li Hember Jinê ya 10 mehên sala 2015’an wiha ye:

Jinên ji aliyê hêzên dewletê rastî şîdetê hatine: 5 mirî, 11 birîndar/şîdet

Jinên di nav malbatê de rastî şîdetê hatine: 18 mirî, 10 birîndar/şîdet

Jinên li qada civakî rastî şîdetê hatine: 9 mirî, 5 birîndar/şîdet, 2 tecawiz, 5 tacîz

Jinên întîxar kirine: 23 întîxar, 6 hewldan

Mirinên bi gûman ên jinan: 15 mirî