Yilmaz Guney çawa nêzî pirsgirêka Kurd dibû, perspektîfa şoreşê ya li Tirkiyeyê çawa didît? bersiva van pirsan di belgesela "Hunermendê gel, şervanê gel; Yilmaz Guney" a ji aliyê xebatkarên Kovara Guney ve hatiye çêdikirin, dikare bê dîtin.
ZEYNEP KÛRAY
STENBOL / ANF
sêşem, 5 avrêlê 2016, 07:04
Yilmaz Guney çawa nêzî pirsgirêka Kurd dibû, perspektîfa şoreşê ya li Tirkiyeyê çawa didît? bersiva van pirsan di belgesela "Hunermendê gel, şervanê gel; Yilmaz Guney" a ji aliyê xebatkarên Kovara Guney ve hatiye çêdikirin, dikare bê dîtin.
Belgesel îro saet di 20:00 de li Navenad Çandê ya Bajêr a Şaredariya Şîşlî tê weşandin. Beriya nîşandana fîlm xebatkarê Kovara Çand Huner Wêjeyî ya Guney Çetîn Deste ji ANF'ê re axivî.
Nêrîna çêkirina vê belgeselê çawa derket holê?
Kovara Guney ne tenê bi feraseta hunerê Yilmaz Guney dinirxîne, di heman demê de aliyê wî yê polîtîk jî vedibêje. Di wê baweriyê de ye ku ev her du divê bi girêdaneke xurt bi hev re werin nirxandin. Di belgeselên heta niha hatin kirin de mezinahiya wî ya weke belgeselvanekî dihat nîşandan. Halbûkî ya ku hunera Yilmaz Guney bi vê ve dibir, kesayetiya wî ya polîtîk bû. Weke Kovara Guney, me biryar dan belgeseleke ku giraniyê dide vî aliyê Yilmaz Guney ê Polîtîk amade bikin.
We bi çi rengî ew vegot?
Belgesel ji du beşan pêk tê. Di beşa yekemîn a me weke 'hunermendê gel' bi nav kirine de aliyê hunerî yê Yilmaz Guney cih digire. Di vir de me cih da vegotinên mirovên pê re xebitîne, pê re lîstine û li girtîgehê mane. Di beşa duyemîn a bi navê 'şervanê gel' de jî me hewl dan aliyê polîtîk ê Yilmaz Guney vebêjin.
Nêrîna polîtîk a Yilmaz Guney çi bû?
Yilmaz Guney piştî darbeya 12'ê Adara 1971'ê de ji ber ku alîkarî daye Mahîr Çayan û hevalên wî hat girtin û li Girtîgeha Selîmiyeyê hat bicihkirin. Bi efûya 1974'an re hat berdan. Li Girtîgeha Selîmiyeyê pirtûkên Marksîst-Lenînîst xwend û xeta xwe ya polîtîk jî li ser vê nêrînê ava kir. Di aslên 1970'yî de li ser nîqaşên tevgera komunîst a li cîhanê, ji Yekîtiya Sowyetan heta Çîn û Arnavûtlûkê Yilmaz Guney li ser her mijarê analîzên polîtîk kir. Li ser Tirkiyeyê jî der barê pirsgirêka Kurd de nêrîn û analîzên wî hebûn. Yilmaz Guney di wê baweriyê de bû ku Kurdistan di nava çar welatan de hatiye parçekirin û aliyê li anva Tirkiyeyê maye mêtîngeha dewleta Tirk e. Li her cihê gotina Tirkyeyê bi kar anî, ji sedî sed gotina Kurdistanê jî bi kar danî. Lewma wî ferasetke şoreşê ya ji şoreşên hevpar ên gelên Kurdistan û Tirkiyeyê diparast. Şoreşa gel a demokratîk diparast.
Eger îro jiya bûya, wê bi çi rengî nêzî şoreşa Rojava bibûya?
Eger Yilmaz Guney jiya bûya, bêguman wê li cem destketiyên Rojava bisekiniya. Ji bo jîndariya destketiyên li wê derê, wê hewl bida ji aliyê hunerî ve berhema bafirîne. Bi fîlm û romanan re wê vegota û biniranda. Bêguman ji bo ev parçeyê Kurdistanê bijî û destketiyên li wê derê bi pêş de biçin, wê têbikoşiya. Eger derfetên xwe hebûya wê li dijî DAIŞ'ê şer bikira."
Çima bi têrkerî cih ji nêrînên polîtîk ên Yilmaz Guney re nehat dayîn?
Bi dîtina min, dewletê yan jî serdestan bi zanebûn nêrînên siyasî yên Yilmaz Guney dane ji bîr kirin. Lê tevî vê yekê, di nava komên şoreşger de jî pirsgirêkek heye. Yanî bi vî rengî; ev komên şoerşger Yilmaz Guney bibîr tînin, nivîsan dinivîsînin, lê ev nivîs bi giranî li ser aliyê wî yê hunerî ye. Lewma aliyê siyasî yê Yilmaz Guney ji aliyê komên şoreşger ve jî nayên nirxandin.
Xwedîderketina li mîrateya Yilmaz Guney bi çi rengî dibe?
Eger Yilmaz Guney bijiya wê bixwasta hemû hêzên çep ên li Kurdistan û Tirkiyeyê di bin sîwana partiyekê de li hev bicivin. Wezîfeya vê partiyê jî wê weke têkbirina faşîzma li Tirkiyeyê û têkoşîna demokrasiyê ya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bidîta. Ji ber vê yekê xwedîderketina li mîrateya Yilmaz Guney hem ji aliyê hunerî hem jî aliyê polîtîk ve dijderketina li neheqiyê û cihgirtina li cem neteweya bindest, ked û têkoşîna jinê, dibe.