HPG: Hevrêyê me Zerdeşt Başûrî şehîd bû

HPG'ê diyar kir ku gerîla Zerdeşt Başûrî yê ji Silêmaniyeyê tevlî nava refên berxwedanê bû, şehîd ketiye. Li gorî daxuyaniya HPG'ê, di nava du rojên dawî de Herêmên Parastinê yên Medyayê herî kêm 110 caran hatine bombekirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyek weşand û got, "Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser qadên berxwedanê û hêzên me yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin."

DI NAVA 48 SAETAN DE 110 CARAN HATIN BOMBEKIRIN

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di nava du rojên dawî de Herêmên Parastinê yên Medyayê 15 caran bi balafirên şer, 2 caran bi helîkopterên êrîşê, 93 caran bi obus û tankan hatin bombekirin. Her wiha li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl û Rojhilatê Zapê bi kepçeyan êrîşî çeperên me yên berxwedanê kirin. Li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê di navbera hêzên me û dagirkeran de 6 caran şer qewimî."

Agahiyên berfireh ên di daxuyaniyê de bi vî rengî ne:

"Li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

6'ê Hezîranê saet di 07:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê dagirker ketin nava liv û tevgerê, êrîş birin ser hêzên me û hêzên me jî bi çekên giran bersiv dan û pêşî li tevgera dagirkeran girtin. Heman rojê ji saet 09:50'î heta 12:30'î dagirker tevgeriyan û di navbera dagirkeran û hêzên me de 5 caran şer qewimî. Bi vî rengî tevgera dagirkeran hate rawestandin. Piştre jî Qada Berxwedanê 74 caran bi obus û tankan hate bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

6'ê Hezîranê li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl qada bexwedanê ya Girê Amediyê û li Herêma Rojhilatê Zapê qada berxwedanê ya Sîdayê 19 caran bi obus û tankan hatin bombekirin.

6'ê Hezîranê li herêm Rojhilatê Zapê qada berxwedanê ya Sîdayê 2 caran bi helîkopterên şer hate bombekirin.

6 û 7'ê Hezîranê li herêma Garê Girê Sîser, Deriyê Hirçê, Gundê Sêdarê, Girê Dola Mêranê, Gundê Dêreşê 11 caran, li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl qada berxwedanê ya Girê Bahar, Girê Amediyê 3 caran, li herêma Metînayê qada Girê Çarçel carekê bi giştî 15 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

Artêşa Tirk a dagirker 6'ê Hezîranê çeperên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM a li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, 7'ê Hezîranê jî li Herêma Rojhilatê Zapê çeperên me yên li Qada Berxwedanê ya Sîdayê bombe kir, hewl da ku bi kepçeyan çeperan hilweşîne."

ZERDEŞT BAŞÛRÎ ŞEHÎD BÛ

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku gerîla Zerdeşt Başûrî 24'ê Gulanê şehîd bûye. Li ser mijarê di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin:

"Hevrêyê me Zerdeşt Başûrî ku bi hişmendiyeke neteweyî ya bilind bi rêbaza fedaî tevlî nava têkoşîna azadiyê ya gelê me bû, di 24'ê Gulana 2023'an de li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl şehîd bû. Hevrêyê me Zerdeşt di demekê de ku êrîşên giran ên qirkirinê li gelê me dihate kirin, ji Silêmaniyeyê tevlî nava refên berxwedanê bû, weke şoreşgerekî jêhatî ji Şoreşa Azadiyê ya Rojava heta bi Herêmên Parastinê yên Medyayê li gelek qadan li refên herî pêş şer kir, bersiva herî bi wate da êrîşan. Hevrêyê me Zerdeşt ku bi rengekî fedaî tevlî bû, bi têgihiştina ku azadiya li Kurdistanê bêberdêl nabe, tevlî bû û sekneke welê nîşan da ku ji ciwanên Kurd hemûyan re bibe mînak.

Di serî de malbata hêja ya ku hevrêyekî mîna Zerdeşt ê ku dilsozê nirxê neteweyî bû mezin kir û tevlî nava têkoşîna azadiyê ya gelê me kir, bila serê xelkê me yê Başûrê Kurdistanê û tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz sax be. Di şexsê hevrêyê me Zerdeşt de em soz didin ku armanca şehîdên me ya ji bo Rêbertiyê Azad û Kurdistana Azad pêk bînin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Zerdeşt Başûrî bi vî rengî ne:

Nasnav: Zerdeşt Başûrî
Nav paşnav: Şivan Mihemed
Cihê jidayikbûnê: Silêmanî
Dayik-Bav: Nîsan-Mihemed
Dem û cihê şehadetê: 24'ê Gulana 2023 / Zap

Silêmanî ku weke yek ji navendên girîng ên ronakbîrî û çanda Kurdistanê tê naskirin, bi berxwedanên xwe jî di dîroka azadiya gelê me de jî xwedî cihekî girîng e. Ji destpêka sedsala 19’an ve dema ku planên parçekirina welatê me Kurdistanê dihatin kirin, bajarê Silêmanî pêşengiya berxwedanê kiriye û ev berxwedan heta îro aniye. Ev berxwedana ku di pêşengiya Şêx Mahmûd Berzencî de hat geşkirin, îro jî bi neviyên wî re di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de bênavber didome. Çawa ku hêzên ku dixwestin welatê me Kurdistanê dagir bikin û parçe bikin, her cure komkujî û pêkanînên dijmirovahî li ser gelê me kirin, gelê me jî ji bo parastina rûmeta mirovahiyê û misogerkirina azadiyê bi her awayî li ber xwe daye. Gelê me yê Başurê Kurdistanê yê ku dihate xwestin bi Enfal, Helebçe û gelek komkujî û qirkirinên din were teslîmstendin, bi bîranîna bi sed hezaran şehîdan re dilsoz ma û dest ji têkoşîna xwe berneda. Aliyên ku diviyabû pêşengtî bikira jî her carê gelê me bi tenê hiştine û gelê me hêviya xwe ya azadiyê her dem zindî hiştiye û ji bo bidestxistina azadiyê her dem li ber xwe daye. 

Hevrêyê me Zerdeşt di malbateke welatparêz de li Silêmanî ku kevneşopiyeke berxwedanê lê heye, ji dayik bû. Hevrêyê me Zerdeşt bi mîrateya berxwedanê ya dîrokî û çanda malbat û derdora xwe mezin bû. Malbata hêja ya hevrêyê me Zerdeştî zarokên xwe bi nirxên netewî mezin kirine û di vê wateyê de erka xwe ya welatparêziyê bi tevahî pêk anîne. Ji ber vê sedemê dilê hevrêyê me Zerdeşt her tim bi têkoşînên azadiyê yên ku li tevahiya Kurdistanê re bûye. Dît ku sîstema siyasî ya li herêma Başurê Kurdistanê ya ku lê dijî, ji bo azadiya gelê me ne bersiv e û hevalê me Zerdeşt lewma ket nava lêgerînê. Di encama van lêgerînan de rastiya Rêber Apo dît û jê bandor bû. Dîsa bi gotina Rêbertiya me ya ku gotibû gelê me tenê bi felsefeya sosyalîst a demokratîk wê bigihîje azadiya xwe û têkoşîna xwe gav bi gav pêş xist, bandor li wî kir. Hevrêyê me Zerdeşt ku dît ku nêzîkatiyên neteweperestiya seretayî nikarin daxwazên gelê me yên azadî û demokrasiyê pêk bînin, gav bi gav di felsefeya Rêbertiyê de kûr bû. Hevrêyê me ku her ku di felsefeya Rêbertiya xwe de kûr dibe, biryar û îradeya wî ya têkoşînê zêdetir dibe, li ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Girê Spî û Serêkaniyê gihişte biryareke dîrokî û derbasî Rojavayê Kurdistanê bû û beşdarî berxwedana Serêkaniyê bû. Hevrêyê me Zerdeşt ku bê dudilî vê helwesta ku divê her ciwanên Kurd pêş bixîne nîşan dide, bi xwe bûye şahidê êrîşên çekên kîmyewî yên ku dewleta Tirk a dagirker li dijî zarok û jinên Kurd pêk tîne. Ji bo vê jî hêrs û kîneke mezin di dilê wî de kom bûye û hatiye ser vê fikrê ku divê ji dewleta Tirk a qirker hesap bipirse. Gihiştiye vê encamê ku heke li çiyayên Kurdistanê tevlî nav refên gerîla bibe, wê ev tişt pêk were û tevlî nav refên gerîlayan bûye. 

Piştî ku tevlî nava refên gerîla bû, berê xwe da herêma Avaşînê ya ku li wir berxwedanên destanî pêk dihat û derbên giran li artêşa Tirk dihate xistin. Di heyama herî dijwar a şer de bi lehengî û fedekariyeke mezin li kêleka hevrêyên xwe yên di tunelên şer de û bi şeklê tîmên gerok li ber xwe dan. Tecrûbeya xwe ya şer ku di astekê de bû, di van demên berxwedanê de zêde kir û di gelek çalakiyên li dijî dijmin de hatin pêşxistin de bi ser ket. Hevalê me Zerdeşt bi Cumalî û Çavrêyan re di heman çeperê de şer kir û ji tecrubeyên xurt ên van fermandarên me yên hêja sûd wergirtiye. Hevrêyê me yê ku di çêkirina tunelên şer de cih girt û di berxwedana ku li herêma Avaşînê bi fedekariyeke mezin hate meşandin de cih girt, bi taybetmendiyên xwe yên kedkar û fedaî hezkirin û rêzgirtina hemû hevrêyên xwe bi dest xist. Hevrêyê me Zerdeşt ku di dema şer de ji bo girîngiya pisporbûna di hunera gerîlatiyê de baştir fêm dik, ji bo ku xwe him di warê bîrdozî û him jî di warê leşkerî de bi pêş ve bibe, tevlî perwerdehiya pisporiya leşkerî bûye. Hevrê Zerdeşt ku di katergoriy sabotajê de ji hevrêyê xwe yê şehîd Rêzan Amed perwerde dît, her kêliya perwerdehiya xwe bi kûrbûna layiqî rêhevalên xwe yên şehîd derbas kir. Ji ber jîrbûna xwe di nava demeke kurt de di şaxa sabotajê de xwe gelekî bi pêş ve biriye. Bi baweriya ku ew dikare vê yekê di xebatên Hêzên Taybet de bike, tevlî nav xebatên Hêzên Taybet bûye.

Hevrêyê me Zerdeşt ku şoreşgerekî wisa bû ku di qalibê xwe de cih nedigirt, dema ku tevlî nav xebatên  Hêzên Taybet bû, xwestiye biçe herêmên ku şerekî giran lê heye û ji bo vî tiştî israr kiriye. Hevrêyê me Zerdeşt ê ku beşdarî berxwedana dîrokî ya li vê herêmê bûye, bi keda xwe bûye milîtanek pêşeng a Apoyî. Hevrêyê me Zerdeşt ji amadekirina tunelên şer heta tevlîbûna çalakiyên bi bandor ên li dijî dijmin, li ku derê hewcehî hebûya, ew li wir bû. 

Hevalê me Zerdeşt fedaîtî di her hucreya xwe de hîs dikir û vê şehadeta wî ya zû em gelekî xemgîn kir. Em careke din soza xwe dubare dikin ku di şexsê heval Zerdeşt de em ê têkoşîn û berxwedana hemû hevalên xwe yên şehîd geştir bikin."