Homo Floresîensîs di serdemeke kevntir de jiyan e

Cureyê Homo Floresîensîs, ku cara yekemîn di sala 2003'an de li girava Flores a Endonezyayê hat kifşkirin û tê texmînkirin di navbera 12 heta 18 hezar sal beriya niha jiyan e, hat tespîtkirin ku serdema ew tê de jiyan e, ji vê gelekî kevntir e.

Cureyê Homo Floresîensîs, ku cara yekemîn di sala 2003'an de li girava Flores a Endonezyayê hat kifşkirin û tê texmînkirin di navbera 12 heta 18 hezar sal beriya niha jiyan e, hat tespîtkirin ku serdema ew tê de jiyan e, ji vê gelekî kevntir e. Ev cureyê ku ji ber bejna xwe ya kin weke 'Hobbît' tên binavkirin, derket holê di serdemeke beriya 50 heta 60 hezar salî de jiyane û niha tê lêkolînkirin ku ti tinebûna vî cureyî de para cureyê mirovê nûjen Homo Sapîens heye yan na.

Encamên lêkolîneke nû ya ji aliyê pisporên Zanîngeha Wollongong a Awûstralyayê ve hat kirin, di kovara Natûre de hat weşandin. Bi vê lêkolînê re derket holê, ku agahiyên têkildarî Homo Floresîensîs şaş in. Bi awayekî zanistî îspat bû, ku teza digot, 'ev cureyê di sala 2003'an de hat kifşkirin di serdema 12 heta 18 hezar sal beriya niha de jiya ye' şaş e.

Di lêkolînên sala 2003'an ên li şikefta bi navê Lîang Bûa ya li girava Flores de nehatibû fêmkirin ku ev şikeft beriya 20 hezar salî rastî erozyonê hatiye.

Di lêkolîna pisporên Zanîngeh Wollongong de hat tespîtkirin ku aliyê rojhilat ê şikefta hestiyê cureyê mirovan Homo Floresîensîs lê hat dîtin, rastî erozyonê hatiye, lewma lêkolîna sala 2003'an gihaştiye encamên şaş. Di lêkolîna dawî de, tebeqeyên axa li şikestê hat lêkolînkirin û hat tespîtkirin ku yek ji van tebeqeyan ji axa serdemeke nû pêk tê. Bi kûrkirina lêkolînê re derket holê ku erozyon beriya 20 hezar salan pêk hatiye û ev tebeqeya ji axa nû jî ji ber vê erozyonê ye.

Di encama lêkolînkirina mînakên salên 2007-2014'an de hat fêmkirin ku cureyê Homo Floresîensîs bi qasî 60 heta 100 hezar sal beriya niha li vê şikeftê jiyan e. Derketibû holê sedîmentên li qada erozyon lê nebûye, bi qasî 74 hezar sal beriya niha ye.

Pisporan ji bo lêkolîna dawî bi teknîka ûranyûm/toryûm an jî argon re hewl dan emrê bermayînan tespît bikin.

PARA HOMO SAPÎENSAN DI TINEBÛNA 'HOBBÎTAN' DE HEYE?

Li aliyê din, eger Homo Floresînensîs weke cureyê dawî bê dîtin, hingî beriya 50 hezar heta 60 salî, çar cureyên mirovan di heman demê de hebûn. Ev jî mirovê roja îro Homo Sapîens û Neandertal û Homo Denîsovîens ên li Sîbîryayê dijiyan bûn.

Tê zanîn ku piştî Homo Sapîens xwe gihandin Ewropayê, Neadertal tine bûn û Homo Denîsovîens jî tevlî mirovê nûjen bû. Lê belê hînê bi zelalî nayê zanîn ku di tinebûna Homo Floresîensîs de para mirovê nûjen heye yan na.

Xaleke din a ku di lêkolîna Zanîngeha Wollongongê de balê dikişîne jî ew e, heta 50 hezar sal beriya niha, dema Homo Sapîens hat herêmê, gelek cureyên heywanan li dû hev tine bûn.