Hişkesalî ji sedan 29 zêde bûye

Li gorî rapora ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hat weşandin, di cîhanê serdemên ziwabûnê li gorî sala 2000’î ji sedî 29 zêde bûye.

Konferansa Xaka Cîhanî a li peravên Fîldîşiyê hatî lidarxistin, rapora hişkesaliya gerdûnî weşand.

Li gorî raporê ji sala 2000’an û pê ve pêvajoyên hişkesaliyê yên li cîhanê hem zêde bûne û hem jî dirêj bûne. Maliyeta aborî ya ji ber sedema hişkesaliyê jî hatî jiyan kirin, weke 124 milyar dolar hat hesap kirin.

Rêvebirê giştî yê Hevpeymana Têkoşîna bi çolbûna NY‘ê re Îbrahîm Thîaw diyar kir ku welat bi hişkesaliyê re rû bi rû dimînin, xakên bi berhem divegerin tozê û got ku hişkesalî (Xela) li pêşiya pêşketin û geşedanên mayînde gefa herî mezin e.

Pirsgirêka zêdebûna avê, tûnebûna xakên bi berhem û hişkesaliyên dewam dikin heya niha herî zêde li welatên kêm pêşketî yên herêma Sahel a Efrîqa di rêjeyek mezin de bandor kir, lê welatên li herêmên cûda jî her kû diçe nerênî bandor dibe.

Tenê ev sal li gorî daneyên NY’e 160 mîlyon zarok bi berdewamî bi encamên hişkesaliyê re, rû bi rû mane. Di tevahiya cîhanê de jî pêwîstiya avê ya 300 mîlyon mirovan bi têra xwe ne hat tedarîk kirin. Li gorî daneyên NY’yê diyar dibe ku wê heya sala 2040’an di tevahiya cîhanê de ji çaran yekê zorok, pirsgirikên avê jiyan bikin.

Li gorî raporê wê disala 2050’an de di navbera 4 mîlyar û 800 mîlyon û 5 mîlyar û 700 mîlyon de mirov, herî kêm yek meh, wê li herêmên ku pirsgirka avê lê heyî jiyan bikin. Di pêvajoya niha de jî ev hêjmar weke 3 mîlyar û 600 mîlyon tê diyar kirin.