Hin derman gava bi Ibuprofen hate vexwarin derba giran li gurçikê dixin

Dermanên hîpertansiyonê ku bi giranî bi reçeteyê têne dayin, dema ku li gel Ibuprofenê têne bikaranîn, hingî zerarê didin bedena mirovan.

Li gorî lêkolîneke nû, her kesên ku dermanên ji bo hîpertansiyonê werdigirin, ji aliyê bikaranîna dermanê êşşikandinê Ibuprofen ve divê bêhtir baldar bin.

Dermanên dîuretîk û RSA înhîbîtoran bi giranî ji bo kesên hîpertansiyonê bi reçete têne dayin. Dermanên êşşikandinê yên mîna Ibuprofen jî bi giranî li dermanfiroşan bêreçete jî têne dayin.

Lêkolînerên Zanîngeha Waterlooyê li ser komputerê sîmulasyonek çêkirin û lêkolîn ku dema her sê derman bi hev re kete bedena mirovan bandoreke çawa dike. Di encamê de jî eşkere bû ku bi hin kesan re dikare bibe sedema nexweşiya akût a gurçikê.

Profesora matematîkê ya li Waterlooyê û Seroka Lêkolînên 150 ên Kanadayê Anita Layton got, "Ev nayê wê wateyê ku herkesên van hersê dermanan bi hev re bixwe wê nexweş bikeve, lê belê nîşan dide ku divê hay ji xwe hebin."

Layton got, "Dermanê dîuretîk dermanekî welê ye ku nahêle zêde av li bedena mirovan kom bibe" û wiha dewam kir, "Bêavmayin jî faktoreke girîng a derbûna nexweşiya mayinde li gurçikê. Piştre jî biakranîna RAS înhîbîtor û Ibuprofen, derbê li gurçikê dixin. Eger hûn dermanên hîpertansiyonê bi kar tînin û pêwîstiya we bi dermanekî êşşikandinê heye, hingî li şûna vê asetaminofen bi kar bînin."