NY'ê hişyar kir: Dema dîktatoran dikare dîsa rû bide
Komîserê Bilind ê Mafên mirovan ê Neteweyên Yekbûyî (NY) Volker Turk anî ziman ku 'dema dîktatoran' dibe ku ji nû ve rû bide û bang kir ku her kes xwe ji vê rewşa 'gelekî metirsîdar' vegirin.
Komîserê Bilind ê Mafên mirovan ê Neteweyên Yekbûyî (NY) Volker Turk anî ziman ku 'dema dîktatoran' dibe ku ji nû ve rû bide û bang kir ku her kes xwe ji vê rewşa 'gelekî metirsîdar' vegirin.
Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Volker Turk roja Duşemê daxuyaniyek da û hişyarî da ku dema 'dîktatorên' ku sûcên giran kirin dibe ku 'ji nû ve rû bide'.
Ji bo xwevegirtina ji vê rewşa 'gelekî metirsîdar' bang kir û ev hişyarî da, "Beriya bi sedan salan bikaranîna hêzê ya bê sînor ji aliyê yên bi hêz ve, kuştina sivîlan, veguhestina nifûsê û karkeriya zarokan tiştên asayî bûn. Dîktatoran dikarîbûn fermana van sûcên bêrehm bidan ku bûn sedema mirina gelek mirovan. Baldar bin: dibe ku careke din rû bide."